Serokê DTSO’yê Kaya: Em ê nehêlin ku aramiya bajarê me were xerakirin
- rojane
- 09:55 25/6/2024
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya nerazîbûn nîşanî komên nêzî HUDA-PAR’ê ku êrişî dikanên li Amedê dikin da û got: “Divê hikûmet, rêveberiyên xwecihî û rêxistinên sivîl bi ser vê meseleyê ve biçin. Ev wezîfeya me ya hevpar e. Em ê nehêlin ku aramiya vî bajarî bê xerakirin.”