Rêvebera Komeleya Jinan a Starê: Mêr hatine asta ku bi rihetî sûc bikin
Rêvebera Komeleya Jinan a Starê: Mêr hatine asta ku bi rihetî sûc bikin

Rêvebera Komeleya Jina a Stêrkê Meryema Aslanê diyar kir ku ji sedî 75'ê serlêdanên ku di sala 2025'an de ji komeleya wan re hatine kirin, bi tundiya fizîkî ve girêdayî ne û got: "Me dît ku her pakêtek ku ji hêla dewletê ve tê derxistin, qanûnên ku jinan hepsî dike dihewîne. Mêran ji siyaseta bêcezatiyê hêz girtine û bi hêsanî sûc dikin."

Kesê ku Yasemîn Bûdak kuşt 6 meh şûn de hat girtin
Kesê ku Yasemîn Bûdak kuşt 6 meh şûn de hat girtin

Kujerê Yasemîn Budakê ku di 28'ê Hezîranê de li navçeya Xana Axparê piştî 6 mehan hat girtin. Hevjînê Yasemîn Budakê, Ayatûllah Bûdak, xwest ku hemû bersûc bên cezakirin.

Yekitiya Parlamenterên Jin ên Kurd bang li YE û NY’ê kir
Yekitiya Parlamenterên Jin ên Kurd bang li YE û NY’ê kir

Yekitiya Parlamenterên Jin ên Kurd, bertek nîşanî YE, NY û saziyên navneteweyî yên li dijî êrişên ser Helebê bêdeng mayin da û xwestin ji bo heman sûcên şer dîsa neyên dubarekirin, berpirsyartiyê li xwe bigirin.

Di doza Şehrîban Şekerê de tê payin biryar bê dayin
Di doza Şehrîban Şekerê de tê payin biryar bê dayin

Tê payin ku di danişîna Şehrîban Şekerê ya ji ber daxuyaniyên têkildarî Gulistan Doku û Rojîn Kabaîşê tê darizandin de biryar were dayin. Parêzer Fîgen Alpê ji bo piştevaniyê bang kir.

Jinên sûriyeyî li dijî komkujiyên li Helebê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin
Jinên sûriyeyî li dijî komkujiyên li Helebê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

Jinên sûriyeyî li dijî komkujiyên HTŞ û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Helebê kirin, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanyayê de peyama “Têkoşîna me ya li Heleb û Efrînê, têkoşîna ji bo pêşeroja hemû mirovahiyê ye” hate dayin.

YJK-E: Divê serdana Şara ya li Berlînê bê betalkirin
YJK-E: Divê serdana Şara ya li Berlînê bê betalkirin

YJK-E'yê têkildarî serdana serekê HTŞ'ê Ahmed El Şara ya li Berlînê, bang li Almanyayê kir ku vexwandina wî bê betalkirin.

Rapora MKG'ê ya 2025'an: 18 rojnameger rastî êrişê hatin, 28 hatin binçavkirin
Rapora MKG'ê ya 2025'an: 18 rojnameger rastî êrişê hatin, 28 hatin binçavkirin

MKG'ê rapora xwe ya sala 2025'an a li ser binpêkirina mafên rojnamevanên jin eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2025'an de şer û pevçûnan êrişên li ser rojnanevaniyê jî zede kirine.

Ji Halîde Turkoglûyê li dijî êrişên li Helebê banga hevgirtinê
Ji Halîde Turkoglûyê li dijî êrişên li Helebê banga hevgirtinê

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglûyê diyar kir ku êrişên li ser Kurdan ên li Helebê jiyana azad û wekhev a gelan hedef digirin û li dijî êrişan banga hevgirtinê li raya navneteweyî kir.

Jin: Em ê her roj dakevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedanê
Jin: Em ê her roj dakevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedanê

Jinên Bedlîsî bal kişandin ser êrişên li dijî Kurdan ên li Helebê û diyar kirin ew ê li dijî êrişan rawestin û gotin: "Wekî jin, em ê her roj derkevin qadan û piştgiriyê bidin berxwedana hevalên xwe yên jin."

Li Wan û Colemêrgê êrişên li ser Kurdan hatin protestokirin
Li Wan û Colemêrgê êrişên li ser Kurdan hatin protestokirin

Li Wan û Colemêrgê, êrişên HTŞ'ê yên li dijî Kurdên li Helebê hatin protestokirin.

Ji Xelatgira Nobelê Malala Yusufzayê piştgirî ji bo çalakiyên li Îranê
Ji Xelatgira Nobelê Malala Yusufzayê piştgirî ji bo çalakiyên li Îranê

Malala Yusufzayê Pakistanî, xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên li Îranê yên berdewam nîşan da.

Dayikên Aştiyê ji ber Wezareta Karên Derve bang kirin: Vî şerî rawestînin
Dayikên Aştiyê ji ber Wezareta Karên Derve bang kirin: Vî şerî rawestînin

Dayikên Aştiyê yên ku ji bo protestokirina piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo êrişên li ser Kurdên li Helebê hatin Enqereyê, banga rawestandina şer kirin û xwestin Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan îstifa bike.

Dayik ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin
Dayik ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin

Halep Kürt mahallelerine yönelik saldırılara karşı Barış Anneleri Meclisi'nin Ankara'ya gitme programı kapsamında İstanbul Barış Anneleri Ankara'ya doğru yola çıktı.

Ji Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîşê banga tevlibûna çalakiya li Enqereyê
Ji Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîşê banga tevlibûna çalakiya li Enqereyê

Endama Komîsyonên Edaletê yên ji bo Rojîn Kabaîşê Zelîha Taşkiran, ji bo beşdariya hevdîtina 30’ê Çileyê ya li Enqereyê û meşa ber bi Wezareta Dadê ve banga tevlibûnê kir.

'Enqere yek ji berpirsyarên vî şerî ye, tavilê bidin sekinandin’
'Enqere yek ji berpirsyarên vî şerî ye, tavilê bidin sekinandin’

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Enqere yek ji berpirsyarên êrişa li dijî taxên Kurdan ên Helebê ye û gotin: “Vî şerî tavilê bidin sekinandin.”

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 399