STENBOL - Dayikên Şemiyê ji bo kesên ku Abdulmecît Baskin qetilkirin bên darizandin bang kirin, doza edaletê kirin.
Dayikên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê dicivin da ku li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û kuştin bipirsin û kiryar bên darizandin, çalakiya xwe ya 1070'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin kom bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li kiryarên Abdulmecît Baskin ku di 30'yê Îlona 1993'yan de piştî hat binçavkirin hat qetilkirin, hat pirsîn.
Ji xizmên windayan Masîde Ocak ku di çalakiyê de axivî, diyar kir ku ew di çalakiya vê hefteyê de ji bo kiryarên Abdulmecît Baskin bên cezakirin û ji bo edaletê em hatine cem hev û got: "Abdulmecît Baskin (41) di 30'yê Îlona 1993yan de ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna di 3'yê Cotmeha 1993'yan de, cenazeyê Baskin ku bi çekê hatibû kuştin û destên wî ji paş de girêdayî li derdora Golbaşiyê ji aliyê cotkarekî ve hat. Lêpirsîna ku li ser daxwaza malbatê hatibû destpêkirin, bi awayekî çalak nehat meşandin û doz demeke dirêj hat rawestandin. Lêbelê, 18 sal piştî bûyerê, di 26'ê Adara 2011'an de, polîsê tevgera taybet Ayhan Çarkin, di îfadeya xwe ya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de got wan bi di sala 1993'yan de bi fermana Serokê Daîreya Tevgera Taybet Îbrahîm Şahin Abdulmecît Baskin binçav kiriye û Baskin ji aliyê polîsên tevgera taybet Ziya Bandirmalioglû û Ayhan Akça ve hatiye kuştin. Piştî mikurhatina Çarkin, tevî dosyeya Baskin der barê 18 kesên ku navê wan di îfadeya Çarkin de derbas dibûn de lêpirsîneke û hat destpêkirin."
Mesîde Ocakê bibîr xist ku di sala 2014'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Enqereyê, Mehmet Agar, İbrahim Şahîn û Korkût Eken jî di nav de der barê 19 kesan de doz hatiye vekirin û got ku lê doz di 13'ê Kanûna 2019'an de bi beraetkirina hemû bersûcan bi dawî bûye. Masîde Ocakê diyar kir ku malbat serî li Dadgeha Îstinafê dane lê îstinafê di 5'ê Nîsana 2021'ê de biryara beraetê xera kiriye û dosyeyê ji Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Enqereyê re şandiye û got ku li di doza ku nû hat vekirin de hemû bersûc beraet kirine. Masîde Ocakê destnîşan kir ku tam 32 sal in meqamên edlî di dosyeya Abdülmecit Baskin de edalet pêk neanîne û got ku çend sal derbas bibin jî ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo windayan bernedin.
'KUJERÊ BAVÊ MIN MEHMET AGAR E'
Paşê keça Abdülmecit Baskin, Melek Baskin axivî. Melek Baskinê bilêv kir ku kujerê bavê wê Mehmet Agar e û got: "Lê tevî vê jî beraet kir. Em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bernedin."