AMED – Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku di dosyeya doza bi bêcezatiyê bi encam bû de ya Ceylan Onkolê de ku dema heywan diçêrandin bi topa hawanê ya ji qereqolê ve hat avêtin hat qetilkirin, nakokî hene û bang li meqamên darazê kir ku dest ji polîtîkayên bêcezatiyê berdin.
Şanzdeh sal di ser kuştina Ceylan Onkol (12) re derbas bûn ku dema di 28'ê Îlona 2009'an de li mezrika Xombaz a gundê Kanîsipî ya navçeya Licê ya Amed heywan diçêrandin bi topeke hewanê ya ji qereqolê hat avêtin hat qetilkirin. Dozgerê lêpirsînê derpêş kiribû ku "ewlehiya jiyanê tune bû" û ji ber ve piştî 3 rojan çûbû cihê bûyerê, ji ber vê dayika Salîha Onkolê bedena parçebûyî ya keça xwe kom kir û delîlên li cihê bûyerê hemû radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kirin. Di rapora ku ji aliyê fermandariya cendirmeyan û midûriyeta polîsan ve hat amadekirin de, hat îdiakirin ku Ceylan bi şivê li teqemeniyê xistiye. Di raporeke din de jî ku ji aliyê rayedarê cendirmeyan Yuksel Şanliturk ve hat amadekirin, hat îdiakirin ku malbata Onkol "ji bo ku ji dewletê tezmînatê wergire, xwe mexdûr nîşan dide."
Di Gulana 2012'an de, parêzerên malbata Onkol, piştî ku daxwaza wan a lêpirsîn bi awayekî çalak û bêalî nehatiye meşandin hat redkirin û doz nehat vekirin û gumanbar nehatin dîtin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME'yê di 17'ê Çileya 2017'an de, serlêdana "berpirsiyariya lêpirsîna çalak" û "mafê jiyanê" red kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Licê, di lêpirsîna ku der barê mirina Ceylan Onkolê de di 30'yê Nîsana 2014'an de dabû destpêkirin, bi hinceta ku delîl û raporên di dosyeyê de ji bo tespîtkirina kiryaran kêm in, der barê kiryaran de biryara "lêgerîna daîmî" da. Li ser vê parêzerên malbata Onkol bi daxwaza tazmînata maddî û manewî, Wezareta Karên Navxweyî dan ber dadgehê. Dadgeha Îdare ya 2'yan a Amedê doz vekir. Dadgehê biryar da ku tazmînat bê dayîn.
Di 16'ê Gulana 2019'an de, Şûraya Dewletê biryara dayîna tezmînatê betal kir û hukum da ku doza tezmînatê li gorî rêgeza "berpirsiyariya bêqisûr" an jî "îhmalkirina di xizmetê de" were nirxandin. Piştre, Dadgeha Îdareyê di 8'ê Adara 2021'ê de biryar da ku bi tevahî 283 hezar lîre tezmînata madî û manewî ji malbatê re were dayîn. Hat destnîşankirin ku di bûyerê de ji sedî 10 Onkol û ji sedî 90 jî rêveberî sûcdar e. Hem parêzerên malbata Onkol û hem jî parêzerên wezaretê careke din li dijî vê biryarê serî li Şûraya Dewletê dan ku Ceylan Onkol ji sedî 10 biqûsûr e. Tevî ku 16 sal di ser kuştina Ceylan Onkolê re derbas bûne jî, heta niha tu kiryar nehatine darizandin û doza li Şûraya Dewletê tevî ku çar sal derbas bûne jî bi encam nebûye.
'DI NAVBERA ÎFADEYÊN ŞAHIDAN Û BIRYARÊ DE NAKOKÎ HEYE'
Serokê ŞaxaKomeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz ku dozê dişopîne, diyar kir ku di navbera îfadeyên malbat û şahidên bûyerê yên derbarê mirina Ceylan Onkolê û biryarên dadgehê de nakokiyên cidî hene. Yilmaz bi bîr xist ku ji destpêkê ve lêpirsîn bi israr wekî ku teqîn dema ku Ceylan dest daye teqemeniyê çêbûye hatiye kirin û got: "Em ferz bikin şiva di dest xwe daye wê cisma metal û ji ber vê teqiyaye. Lê li cihekî ku qada jiyanê ya Ceylanê çi îşê maddeyeke teqemeniyê heye?"
Yilmaz bi bîr xist ku Tirkiye li gorî Peymana Ottawayê ku alîgirekî wê ye, mecbûr e ku mayin û bermahiyên şer ên di nav sînorên xwe de paqij bike û got ku Tirkiye 15 sal in ev yek nekiriye. Yilmaz got: "Her çend bûyera ku bû sedema mirina Ceylanê ku ji ber teqînekê çêbû û mafê wê yê jiyanê hat binpêkirin jî, di vir de berpirsiyarî ya dewletê ye. Berpirsiyarî ya peywirdasrên leşkerî ye lu maddeyên teqemeniyê li qadên jiyanê dihêlin."
Yilmaz bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: "Heke em bi rastî behsa çareserkirina pevçûnê dikin, heke em behsa avakirina hawirdoreke aştiyê dikin, divê em bi tiştên ku di demên berê de qewimîne re hevrû bibin. Dest ji hevrûbûnê berde, em bi polîtîkayeke ku bime dide jibîrkirin re rû bi rû ne."
Yilmaz bi bîr xist ku di sala 2017'an de qeyûmê tayinî Şaredariya Licê hat kirin, navê parka ku navê Ceylan Onkol lê bû guherandiye û got: "Me li bajarên din jî ev tişt dîtin. Ev nîşan dide ku dewlet hewl dide ji hevrûbûnê dûr bikeve û heta hewl dide ku van bûyeran bi tevahî bi civakê bide jibîrkirin. Ev yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya avakirina aştiyeke tekûz e. Dema ku em li malbatên ku îro zarokên xwe winda kirine dinêrin, erê, ew piştgiriyê didin aştiyê û daxwaza xwe ya ji bo aştiyê tînin ziman; lê di heman demê de dibêjin ku divê binpêkirinên ku ew rastî wan hatine werin çareserkirin. Ew li bendê ne dewlet lêborînê bixwaze. Ew israr dikin ku kiryarên van sûcan werin darizandin û ev daxwazeke pir mafdar e. Divê dewlet der barê binpêkirinên ku zarok bi wan re rû bi rû dimîmnin xwedî helwesteke wêrek û berpirsiyar be."
Yilmaz destnîşan kir ku di dozên mîna doza Ceylan Onkolê de, ku bi bêcezatiyê bi encam dibin, lêpirsîneke çalak dikarin delîlên nû derxîne holê û kiryar kifş bibin. Yilmaz bilêv kir ku daxwaza wan jî ev tişt e û got: "Divê dest ji biryasrên bi saîkên siyasî hatine dayîn bê berdan û darizandinên li gor standardên hiqûqa gerdûnî bên kirin."
MA / Rûkiye Payiz Adiguzel