Ji bo Abdullah Ocalan dê li ber CPT’yê bi girseyî daxuyanî bê dayîn
- rojane
- 13:07 24/6/2024
Kurd û dostên wan dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sibê li ber CPT’yê daxuyaniyeke girseyî bidin.
Kurd û dostên wan dê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan sibê li ber CPT’yê daxuyaniyeke girseyî bidin.
Bi hinceta bûyerên Kobanê derheqê 5 siyasetmedarên HDP’î de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê dê sibe bê lidarxistin. Siyasetmedar ji kesên di bûyerên Kobanê de jiyana xwe ji dest dayîn tên sûcdarkirin.
Hat zanîn ku di operasyona li navçeya Xîzan a Bedlîsê û herêmên Şîrwan û Perwarî yên Sêrtê de qadên daristanan tên bombebarankirin û gund hatine dorpêçkirin.
Hate diyarkirin ku operasyona li bejahiya 3 gundên Elkê hatiye destpêkirin didome û li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tîryakî wiha got: “Ji bo dernekevin derveyî welat, li çavkaniyan negerin û têkiliyên navneteweyî pên nexin, derheqê gelek hevşaredarên me de biryara qedexeya derketina derveyî welat hatiye dayîn.”
Birayên hev Mazhar û Nûrî Demîr ên ji bo mudaxileyî şewata di navbera Amed û Mêrdînê de derket bikin ji malê derketin, li gel pismamê xwe Hasan Demîr ên bi hev re çûn jiyana xwe ji dest dan.
Şirîkê şaxa Burger King a rastî êrişê hatibû Omer Felat Kaya diyar kir ku êriş bi awayekî organîzeyî tên kirin û êrişkaran xwestin midûrê kargehê lînç bikin.
Welatiyan banga beşdariya mitînga “Em ê ji bo ked û azadiya xwe rê nedin qeyûm” kirin û gotin, “Divê em bersiva xurt bidin zîhniyeta mêtinger a dewletê.”
Midûriyeta polîsan a li Amedê bi hincetên cuda hemû çalakî û aktîvîteyan asteng dike, êrişên komên HUDA-PAR’iyan ên li dijî kargehan û koma reqsê tenê temaşe kir.
Şewata di navbera Amed-Mêrdînê de ji ber têlên ceyranê derket û nîqaşên têkildarî mijarê didomin. Di vê navberê de dîmenên şewata li Dêrikê ji ber têlên ceyranê derketî derketin holê.
Wezîrê Çandiniyê û Daristanê Îbrahîm Yumakli bîlançoya şewata li Çinarê û Şemrexê eşkere kir. Wezîr diyar kir ku 924 heywan mirin e û qada ku ji 14 hezar û 900 dekar pêk tê şewitî ye.
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin. Çalakiya girtiyan di roja 211’emîn de didome.
Doç. Dr. Zafer Yilmaz bal kişand ku yek ji pirsgirêka herî bingehîn a welat pirsgirêka kurd e û wiha got: “Heke em bixwazin li ser vê axê hemwelatîbûneke azad û serbixwe xeyal bikin, divê çareseriya meseleya kurd jî li navenda vê xeyalê be.”
Hejmara 236’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêgeha me azadî ye’ derket. Rojnameyê nivîsa Felemez Ulug a ku şêwazên çalakiyên pasif rexne dike û balê dikişîne ser girîngiya çalakiyên ji bo azadiyê, derxist pêş.