ERZIROM - Hevberdevka HDK’ê û endama komîsyonê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Heke komîsyon neçe Îmraliyê, wê demê bila birêz Ocalan were.”
Civîna 12’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, hate kirin. Komîsyonê, li mexdûrên pêvajoya şer, akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl û li gelek derdoran guhdarî kir. Beşeke mezin a civakê li bendê ye ku komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî bike.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û endama komîsyonê Wekîla DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, têkildarî xebatên komîsyonê axivî.
‘DIVÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BIBE’
Meral Daniş Beştaşê got ku divê komîsyon debasî qonaxa duyemîn anku zemîna hiqûqî bibe û got: “Ji ber ku bendewariyeke mezin a civakê heye. Gelo dê komîsyon ji vir şûnde çi pêşniyar bike? Hemû kes li benda vê ye. Em ji bo zemîna yasayî dixebitin. Ji hêla yasayî ve çarçoveyeke me heye. Em vê tevî komîsyona hiqûqê dimeşînin. Pêdivî bi yasayî serdema navberê heye. Dê kesên çek berdane çawa vegerin? Divê komîsyon pêşniyara zemîna yasayî ya nexşerêya azadiyên wan pêşniyar bike.”
‘PÊDIVÎ BI YASAYÊN SERDEMÊN NAVBERÊ BIKE’
Meral Daniş Beştaşê got ku divê komîsyon di hinek mijaran de pêşniyarên sînorên wê zelal bike û wiha domand: “Weke mînak, divê teqez têkildarî rêvdberiyên herêmî qanûn hebin. Weke mînak, qeyûm hêj li ser kar in û tu astengî li pêşiya tayînkirina wan nînin. Meseleya din, meseleya zimanê dayikê ye. Divê astengiyên li pêşiya zimanê dayikê bên rakirin ku di qada cemaweriyê de bê bikaranîn. Ev, yek ji meseleyên sereke ye. Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê heye. Hûn çi bibêjin girêdayî ‘terorê’ dikin. Divê komîsyon di vê mijarê de nirxandinekê bike. Qanûna înfazê jî yek ji mijaran e. Divê komîsyon teqez gavên şênber pêşkeşî raya giştî bike. Divê komîsyon van gavan biavêje. Heta niha jî gavekî em bibêjin ‘neyînî’ tune ye lê dikarin bêhtir gavan biavêjin.”
‘JI BO ÇÛNA ÎMRALIYÊ LI BENDA ÇI NE?”
Meral Daniş Beştaşê got ku çav û guhê civakê li hevdîtina dê bi Abdullah Ocalan re bê kirin e û wiha axivî: “Komîsyon hêj neçûye Îmraliyê û ev meseleyeke cidî ye. Gelo komîsyon li benda çi ye? Em li her kesî guhdarî dikin lê bi birêz Ocalan re ku pêvajo anî vê astê re hevdîtin nehate kirin. Di demeke rêxistinê xwe fesixkirî û çekşewitandî de çima naçin? Em vê qebûl nakin. Em dixwazin beriya 1’ê Cotmehê komîsyon biçe Îmraliyê û li nêrîn û pêşniyarên birêz Ocalan guhdarî bike. Heke komîsyon neçe Îmraliyê bila birêz Ocalan were. Dikare li pêş çavên her kesî nêrînên xwe parve bike. Guhdarînekirin û jinedîtihatina aktoreke siyasî ku ji bo çareseriya pirsgirêka sedsalî gavên radîkal diavêje, dê xizmetê ji çareseriyê re neke.”
‘GELO DÊ ÇI BI HESASIYETA GELÊ KURD BIBE?’
Meral Daniş Beştaşê, anî ziman ku komîsyon “hesasiyetan” weke hinceta guhdarînekirina Abdullah Ocalan nîşan dide û axatina xwe wiha qedand: “Ev hincet nayê qebûlkirin. Dema dibêjin hesasiyet, tenê behsa hesasiyetên Tirkan dikin. Baş e lê dê çi bibe hesasiyetên gelê Kurd bibe? Bi milyonan kes vê daxwaz dikin. Divê komîsyon van tevekan ber çavan bigire. Weke endameke komîsyonê dibêjim; êdî hincetek nema ye. Divê em tavilê li aktorê siyasî, aktorê aştiyê birêz Ocalan ku ruh dide pêvajoyê û dimeşîne, guhdarî bikin.”
MA / Omer Akin