ENQERE - Prof. Sandro Mezzadra piştgirî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Divê ‘mafê hêviyê’ ku Devlet Bahçelî demekî kin berê anîbû ziman, tavilê bikeve meriyetê.”
Profesorê Îtalî Sandro Mezzadra, têkildarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji DEM Partiyê re şand û piştgirî da bangê.
Mezzadra, di peyama xwe de wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga aştî û civaka demokratîk kir û ji hemû cîhanê re ragihand ku qedera gelê Kurd ne trajîk e. Gotinên Ocalan, di rewşa şer a niha de ji bo Tirkiyeyê hêviya aştiyê û pêkvejiyanê didin. Ev banga wî, xwe dispêre rexneyên tund ên li ser neteweperestiyê û dahûrandinên ser têkiliyên di navbera netewe-dewletê. Pirsgirêkên ku gelê Kurd rû bi rû dimîne, êş û cihêkariya salên dirêj e didomin, ji hêla Ocalan ve ji ‘têkoşîna diyarkirina qedera xwe’ hatiye derbaskirin û veguheriye vîzyoneke veguherandina cîhanê.
Bi vê sedemê, nivîsên Ocalan û têkoşîna gelê Kurd, ji bo gelek tevgerên civakî yên li deverên cuda yên cîhanê ji bo edaleta civakî bûye çavkaniya hêviyê. Banga aştiyê jî bûye lûtkeya vê vîzyonê. Wekî di mînakên cuda yên dîrokê de, ev bang jî ji kesekê ji sala 1999’an heta niha di girtîgeheke bi ewlekariya bilind tê ragirtin, di tecrîdê de û di bin mercên zehmet de hatiye kirin. Hêvîdarin ku şert û mercên Ocalan di çarçoveya van tiştên ji bo pêvajoya aştiyê kirî de bên başkirin û ‘mafê hêviyê’ ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî demekî nêz berê bi bîr xistibû tavilê bikeve meriyetê.”
SANDRO MEZZEDRA KÎ YE?
Sandro Mezzadra, li Zanîngeha Bolognayê dersên teoriya siyasetê dide. Li Enstîtuya Çand û Civakê ya Zanîngeha Sîdneya Rojava û li Navenda Lêkolîn û Pêşxistina Çandî ya Zanîngeha Hong Kong Lîgnanê weke hîndekarê mêvan dixebite. Di xebatên xwe yên dawî de jî li ser kûrewîbûn, têkiliyên di navbera koçberî û kapîtalîzmê de û rexneyên piştî kapîtalîzma hemdem û mêtingeriyê disekine.