AMED - Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgan, diyar kir ku rewşa Îsmaîl Beşîkçî ku xwîn çûbû ser mejiyê wî ber bi başiyê ve diçe lêbelê dîsa jî xetereya li ser jiyana wî didome.
Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî duh dema beşdarî 9’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bû, xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Tedawiya Beşîkçî didome. Piştî pêşandana belgefîlma “Îsmaîlê Me (Bizim İsmail)” ku jiyana Beşîkçî vedibêje, gotûbêj hat lidarxistin û di dema gotûbêjê de rewşa wî giran bû. Têkildarî rewşa tenduristiyê ya Beşîkçî ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tê dermankirin, daxuyanî hate dayin.
Serbijîşkê Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mehmet Ata Akil, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Akil, got ku Beşîkçî li Beşa Lênihêrîna Awarte ya Norolojiyê tê tedawîkirin, xwîna diçe ser mejiyê wî zêde nebûye û rewşekî neyînî ya mîna hîdrosefalî pêş neketiye. Akil, da zanîn ku girêdayî jêçûna xwînê di axaftinê de zehmetiyan dikişîne û rexa xwe ya rastê baş nikare bi kar bîne. Akil, got ku tedawiya Beşîkçî didome.
'XETEREYA LI SER JIYANA WÎ DIDOME’
Odeya Bijîşkan a Amedê jî bi beşdariya hevşaredarên bajarê mezin, navçeyan, rêveberên DEM Partiyê û endamên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî da. Serokê Odeyê Veysî Ulgan got ku li cihekî xetere ya mejiyê Beşîkçî herikîna xwînê dest pê kiriye û got: “Lêbelê ev xwîn hate sekinandin û belav nebûbû. Piştî karûbarên şevê din, hat gotin ku divê ji hêla norolojiyê ve were şopandin û birin wê beşê. Dema birin beşa norolojiyê, tansiyona wî bilind bû. Jixwe nexweşiya wî ya tansiyonê hebû û derman bi kar di anî. Di wê navberê de tansiyona wî hate daxistin. Di tomografiya serê sibehê de hat tespîtkirin ku jêçûna xwînê pêş neketiye û rewşa wî ya giştî xerab nebûye. Ev agahî cihê keyfxweşiyê ye. Lê dîsa jî dikarin bibêjin xetereya li cihê xwîn jê diçe didome. Lê li gorî dema ewil pêşketin heye.”
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz jî hêviyî kir ku Beşîkçî demek beriya demekî baş bibe û dîsa bi hev re xebatên xwe bidomînin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî got ku gel xwedî li Beşîkçî derketiye û hêviya başbûna wî kir.