WAN - Şîna endamê HPG’ê Firat Kuşak ku li Wanê hatiye danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Endamê HPG’ê Firat Kuşak (Şervan Wan) di sala 2021’ê li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ragihandina nasnameya Kuşak, li Taxa Beyuzumu ya navçeya Tûşbayê ya Wanê şîn hate danîn. Şîn, di roja duyemîn de didome. Şîna Kurak, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) û bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatiyan bi girseyî hate ziyaretkirin.