Meşvanên Azadiyê serdana Pira Ciwanên Şoreşger kirin
- rojane
- 13:00 03/2/2024
Şandeya di nava Meşa Mezin a Azadiyê de cih digire serdana Pira Ciwanên Şoreşger ku Denîz Gezmîş û hevalên wî li ser Ava Zapê ya li Colemêrgê ava kirine, kirin.
Şandeya di nava Meşa Mezin a Azadiyê de cih digire serdana Pira Ciwanên Şoreşger ku Denîz Gezmîş û hevalên wî li ser Ava Zapê ya li Colemêrgê ava kirine, kirin.
Namzetên Hevşaredariyê yên Xinûsê yên DEM Partiyê Meral Alagoz Îmre û Gursel Eren li navçeyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Sala par li navçeya Kadikoyê komploya navnetewî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Derbarê 71 kesên di çalakiyê de cih girtin de doz hate vekirin.
Baskê Meşa Mezin a Azadiyê yê Qersê li Bazîdê bi awayekî bi coş hatin pêşwazîkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan wiha got: “Xeyalên kesên digotin ‘Li vir dil dane Kurdistana xeyalî’ hilweşiyan.”
Meşvanê Meşa Mezin parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn belavî Tirkiyeyê bûye û anî ziman ku divê herkes li dijî vê rabe ser piyan.
Piştî ku Seroka Bankaya Navendî Hafîze Gaye Erkan îstîfa kir, Serokê Bankaya Navendî bû Fatîh Karahan. Balkêş bû ku di biryara ku di Rojnameya Fermî de hate weşandin de ji bo Erkan wiha hate gotin “Ji peywîrê hatiye girtin”.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin 102 roj in tu agahî nayên girtin. Tevahiya hewldanên ji bo hevdîtinê ji hêla PDK’ê ve tên astengkirin.
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 69’an de didome.
Ji Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiyê ya Mezopotamyayê Veysel Moray diyar kir ku koçberiya li bajarên ji erdhejê bandor bûne berdewam dike û got ku divê rêxistinên sivîl li dijî vê rewşê polîtîkayên çareseriyê hilberînin.
Endamê Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê Parêzer Umît Savaşan diyar kir ku awayê herî giran ên polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan astengkirina pêwendîdanînê ye û got: "Heta nepêwendîdanîna mutleq ji holê ranebe dê tecrîd parçe nebe."
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleriyê anî ziman ku li Îmraliyê gelek binpêkirinên mafên mirovan hene. Yoleriyê destnîşan kir ku divê CPT biçe Îmraliyê û got: "Me ji CPT'yê xwest ku li dijî bêhiqûqî û tecrîda giran ku tê meşandin mueyîdeyan bisepîne û zorê bide hikûmetê."
Rêveberên ESP'ê yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan wiha gotin ku "Kesê aştiyê bîne Ocalan e" û ji bo "Meşa Azadiyê ya Mezin" jî banga xwedîderketinê kirin.
Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erdhejek çêbû.
Hevserokê HDP'ê yê berê yê Aydinê Alî Ûmay, jiyana xwe ji dest da.