EDENE - Platforma Jinan a Edeneyê bertek nîşanî gotinên zayendperest û nijadperest ên li dijî Pervîn Bûldanê dan û got: "Yên ku vî zimanî hildiberînin, berdewamkerên şer û dijminatiyê ne."
Platforma Jinan a Edeneyê li dijî gotinên zayendperest û nijadperest ên li dijî Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Serokwekîla Meclisê û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldanê bertek nîşan da. Sevîl Araci metna daxuyaniyê xwend ku li Parka Înonuyê bi dirûşmeya "Pervîn Bûldan ne bi tenê ye. Em nêzîkatiya zayendperest û mêranî qebûl nakin" hat dayîn.
Sevîl Araciyê diyar kir ku êrişên li dijî jin û siyasetmedarên jin bi awayekî sîstematîk tên kirin û got: "Ne faşîzm, dê têkoşîna jinan a ji bo aştiyê bi ser bikeve." Sevîl Araciyê anî ziman ku jin di siyaset û her aliyê jiyanê de rastî tundiya mêran, xizanî, bêkarî û cudakariyê tên û got: "Hewldaneke sîstematîk heye ku hewl dide daxwazên jinan ên ji bo wekhevî, azadî û aştiyê bitepisîne û îradeya wan paşguh bike."
Sevîl Araciyê got: "Em bi tevahî êrişên li dijî jinan, siyasetmedarên jin û têkoşîna jinan qebûl nakin. Dengê jinan wijdanê vî welatî ye." Sevîl Araciyê diyar kir ku hedefgirtina siyasetmedarên jin "rewşeke panîkê ya pergala serdestiya mêran e" û got: "Zimanê ku nijadperestî, netewperwerî û zayendperestiyê rewa dike êrişeke eşkere li ser aştiya civakî ye. Yên ku vî zimanî hildiberînin, berdewamkerên şer û dijminatiyê ne."