Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
- rojane
- 18:24 30/3/2024
Ji ber hilbijartinên herêmî ku wê sibê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê bên lidarxistin, ji saet 18.00’an ve qedexeyên hilbijartinê yên ji aliyê YSK’ê ve hatin diyarkirin dest pê kirin.
Ji ber hilbijartinên herêmî ku wê sibê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê bên lidarxistin, ji saet 18.00’an ve qedexeyên hilbijartinê yên ji aliyê YSK’ê ve hatin diyarkirin dest pê kirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari got: "Em tenê dengên xwe dernexin. Werin em bi hev re li dijî dizên dengan, dizên sindoqan û yên ku siyaseta qeyûman dimeşînin, sindoqan bi rêxistinî biparêzin."
Ji bo berdana girtiyên nexweş ên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin, li Stenbol Enqere û Îzmîrê daxuyaniyên çapemeniyê hatin li dar xistin.
Xizmên girtiyan ên Nobeda Edaletê digirin, piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihandin û gotin: "Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe, dê wekî zilmê vegere."
Şandeya şopandina hilbijartinê ya navneteweyî, li Amedê bi rojnamevanan re civiya.
Bi nêzbûna hilbijartinan li Amed û Êlihê weke fînala xebatên hilbijartinê ya DEM Partiyê, konvoya bi sedan wesayîtan pêk hat. Endamên partiyê bang li her kesê kirin ku xwedî li sindoqan derbikevin.
Bi sedan jin û ciwan tev li mitînga li Qulpê hate li dar xistin bûn. Parlamenter Yilmaz Hûn ê di mitîngê de axivî wiha got: “DEM Partî, kurd, tirk, azerî, terekeme, elewî, sunî ye. DEM Partî gel e gel.”
Malbatên windakiriyan ên bi daxwaza “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiyên xwe didomînin, li 3 bajaran dengê xwe bilind kirin. Malbatên windakiriyan li Amed û Êlihê aqûbeta Orhan Yakar û Ahmet Bûlmûş pirsîn, li Colemêrgê jî faîlên Munîr Saritaş ê hate qetilkirin pirsî.
Parlamenterên DEM Partiyê yên Mêrsînê Perîhan Koca û Alî Bozan, bertek nîşanî Şaredarê Akdenîzê yê AKP’yî Mustafa Gultak ku pêşiya şaredariyê bi bariyerên polîsan girtiye dan û gotin: “Tenê rojek ma, ev bariyer dê nikarin we xelas bikin.”
Hat zanîn ku Şaredarê Hezoyê yê AKP’î Firat Karabulut birayek 2 pismam û 5 kesên din di şaredariyê de girtiye kar û ev kes bêyî biçin kar pere distînin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 992’an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1’ê nîsana 1996’an de hat windakirin pirsin .
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê li Çûkûrovayê; Tûncer Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne.
Di hilbijartinên herêmî yên ku dê sibê bên li dar xistin de DEM Partî dê bi hezaran peywirdarên sindoqan, muşahit, tîmên bitevger û parêzeran sindoqan biparêze.
DEM Partiyê li navçeya Misirc a Sêrtê û navçeya Milazgirê mitîng li dar dixe.
Mûtlak Tozûnê ku 30 sal bûn girtî bû û li Girtegeha Tîpa T ya Akhîsarê dihate ragirtin, ji ber nexweşiyên xwe yên tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û pişt re bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Tozûn îro li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê jiyana xwe ji dest da.