ŞIRNEX – Di çarçoveya kampanyaya “Em aştiyê dixwazin ji ber ku” ya ji aliyê DEM Partiyê ve lidarxistin de, li navçeyên Elkê û Silopiyayê îmze hatin komkirin.
Kampanyaya “Em aştiyê dixwazin ji ber ku" ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li dar xistibû, didome. Welatiyên navçeyên Elkê û Silopiyayê eleqeyeke zêde ji bo standên komkirina îmzeyan nîşan dan û piştgirî dan kampanyayê. Standa ku li Kolana Hunerê ya Silopiyayê hate danîn, pankarkartên “Em aştiyê dixwazin” lê hate daliqandin û welatiyan îmze avêtin û daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman.
Li navçeya Elkê ya Şirnex di çarçoveya kampanyaya, ‘Em aştiyê dixwazin ji ber ku’ stand hate danîn. Gelek welatî li ber avahiya DEM Partiyê ya Elkê kom bûn û heya avahiya postexaneyê meşiyan û dirûşma, “Bijî aştî” berz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Elkê Halît Ataman got: “Me ev kampanya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd daye destpêkirin. Ji bo aştiyê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be.”