Muzîkjenê ku polîsan pozê wî şikand: Her çalakî mafê me ye
- rojane
- 09:01 10/4/2024
Muzîkjen Yusuf Keleş ê endamê Koma Hevrayê ku li Esenyûrtê di protestoyên Wanê de pozê wî hat şikandin û hat binçavkirin, diyar kir ku berê jî rastî pêkanînên bi vî rengî hatiye û got: "Gotina hunermend mîna kêra tûj e, dikare hemû aliyên bêedaletiyê bibire. Pergal, ji vê yekê ditirse."