NAVENDA NÛÇEYAN - Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta emkî ya Sûriyeyê herêma Dêr Hafirê ya girêdayî Kantona Tebqayê bombebaran kirin. Di bombeberanê de welatiyek birîdnar bû.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ku nûçeya xwe disipêre fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), komên çekdar ên girêdayî hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê gundên Dêr Hafirê bombebaran kirine.
Hat ragihandin ku di encama bombebaranê de welatiyek li nêzî deriyê Dêr Hafir ê di navbera Kantona Tebqa û bajarê Helebê de birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.