Parêzera ji ber îfadeyên îtîrafkarî dihat darizandin beraet kir
- rojane
- 16:55 02/5/2024
Parêzer Ozum Vurgun ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.
Parêzer Ozum Vurgun ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.
Serokê Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Sen a Stenbolê Huseyîn Tosu di daxuyaniya têkildarî gelaleya mufredata nû de axivî û wiha got: “Perwerde bi referansên olî hatiye amadekirin û îktîdar îdeolojiya xwe bi eşkere û veşarî di nava xwendekaran de belav dike.”
Di doza derbarê Leyla Zanayê hatiye vekirin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza hate xwestin.
Li ser giliyê Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek li rojnamevan Bariş Terkoglû yê bi sûcdariya “Kesên di têkoşîna bi terorê re de hedef nîşan dane” derbarê wî de doz hatibû vekirin 2 sal cezayê hefsê hate birîn.
Platforma Azadî ji Parastinê re têkildarî erêkirina cezayên Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Barkin Tîmtîk daxuyanî da û wiha got: “Hat tespîtkirin ku îfadeyên şahidên nexweşên aqil û tiryakkêşan derew in lê tevî jî biryar hate erêkirin.”
DEM Partiyê birîna ceyranê ya li Mêrdînê şermezar kir.
DEM Partiyê ji bo Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîdê tê ragirtin û cezayê xwe yê 30 salan xelas kiriye û tehliyeya wî tê astengkirin xwest ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê were avakirin.
Li çolterê navçeyên Lice, Pasûr û Farqînê yên Amedê operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê starta 1’emîn Kongreya Asayî da. Rêxistina bajar bang li jin, ciwan, karker, kedkar û hemû beşên civakê kir ku hêz bidin xebatên kongreyê.
Di hejmara 7’an a ‘Bultena Tecrîdê’ de ku OHD diweşîne bersiva Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê ya têkildarî tecrîdê cih girt.
Ji 217 kesên li Stenbolê ji ber pîrozbahiyên 1’ê Gulanê hatin binçavkirin 182 jê hatin berdan û 35 jî sewqî edliyeyê hatin kirin.
Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 38 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin 38 meh in agahî nayên girtin û 541 serlêdanên ji bo hevdîtinê hatine kirin bêencam mane. Ev daneye, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan ku digot “Tecrîd tune ye, Ocalan ji mafên xwe sûd digire” diderewînin.
Di mudetnameya nû ya girtiyê 31 salan ê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hate kirin de dîroka berdana wî ya beriya 2025 bû weke 2031 hate nivîsîn.
Karker û kedkarên tev li mitînga 1’ê Gulanê ya Wanê bûn anîn ziman ku ew li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê daketine qadan û li dijî bûdçeya ji bo şer tê xerckirin banga têkoşîna hevpar kirin.