COLEMÊRG - Şîna Bariş Borê HPG'î yê hat daxuyandin jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo Bariş Bor (Cûdî Gever) ê HPG'î ku hat daxuyandin di 2018'an de li Herêma Kurdistana Federe di şer de jiyana xwe ji dest daye, li Gever a Colemêrgê şîn hat danîn. Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi girseyî serdana şînê hat kirin.