'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
- rojane
- 09:50 29/6
Welatiyên astengdar têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn û gotin ku şer hejmara astengdaran zêde dike û banga mezinkirina dengê aştiyê kirin.
Welatiyên astengdar têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd axivîn û gotin ku şer hejmara astengdaran zêde dike û banga mezinkirina dengê aştiyê kirin.
Nûnerên rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran bertek nîşanî gefa li nûçegihana me Zeynep Durgut hatiye xwarin dan û gotin divê kesên gef xwarin bên darizandin.
Li Agiriyê welatiyên ku beşdarî civîna gel a di bin navê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" hat lidarxistin bûn, bang li dewletê kirin ku li gorî ruhê pêvajoyê berpirsyariyên xwe bicih bîne.
Prof. Dr. Sevtap Yokuş diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêvajoyeke girîng e û destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê garantiyên qanûnî divê û wiha got: "Zêdebûna hêviyan bi hewldanên me ve girêdayî ye."
Çalakiyên ku li Stenbol, Îzmîr û li Enqereyê ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve hatin li darxistin de banga tehliyeya girtiyên nexweş Mehmet Emîn Çam, Felem Aker û Davût Ongun hate kirin. Parêzvanên mafên mirovan di çalakiyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo Qada Galatasarayê ji çalakiyan re bê vekirin kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
ÎHD û xizmên windayan li 3 bajaran çalakî lidarxistin û aqûbet Salîh Çalik û Sînan Fîdan û kujerên Ramazan Yuce û Resûl Ercan pirs kirin.
Di civîna Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de hate diyarkirin ku dê li Mêrdîn û Bazîdê konferans bên lidarxistin.
Keskîn Bayindir li Kongreya DEM Partiyê ya Colemêrge axivî û diyar kir ku li pêşiya Kurdan firsendeke dîrokî heye û got, "Em careke din ji hemû partî û saziyên siyasî yên Kurd dixwazin ku bersivê bidin banga Birêz Ocalan a ji bo kongreya neteweyî."
Di çalakiya vê hefteyê de, Dayikên Şemiyê çarenûsa 5 kesên ku 32 sal berê li Şirnexê hatine kuştin pirsîn û banga “edaletê” kirin.
Dadgeha Îstînafê biryara dadgeha herêrî xera kir û diyar kir ku polîsên ku di dema Newroza Licê de îşkence li zaroka 14 salî kirine divê di cezayê wan de 'kêmkirina mercên sivikkirinê' wernegirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bi KHK’iyan re civiya û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê bi lezgînî gav bên avêtin.”
Medenî Yildirim ê ku li Licê di çalakiya li dijî çêkirina qerekolê de jiyana xwe ji dest dabû, DBP’ê bi munasebeta 12’yemîn salvegera mirina wî de daxuyanî da. DBP’ê di daxuyaniyê de got: “Em ê her tim xwedî li têkoşîna ciwanan derkevin.”
Girtiyê bi navê Mahsum Yuksekbag ku di mejiyê wî de anevrîzma heye, ji ber ku emeliyat li revîrê red kir, nikare tedawî bibe. Dayika wî Sariya Yuksekbag got, "Rewşa kurê min qet nebaş e."