Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
- rojane
- 08:55 24/4
Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 4.6’ê erdhej çêbû.
Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 4.6’ê erdhej çêbû.
Gel û baweriyên cuda yên li Qamişloyê kesên di Komkujiya Ermenan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re hevdîtin kir.
Walîtiya Stenbolê bi daxuyaniyekê ragihand ku di erdhejan de tu kesan jiyan xwe ji dest nedane û got: “Tedawiya 151 welatiyên me yên ji ber panîkê xwe ji cihên bilind avêtin xwarê, didome.”
Li Stenbolê di nava 3 saetan de bi giştî 51 erdhej çêbûn. Ya herî mezin bi pileya 6.2’yê çêbû.
Welatiyên ji ber erdheja bi pileya 6.2’yê ketin nava tirs û xofê, ji malên xwe derketin û Parka Geziyê tije kirin.
Şîna Îslam Çelîk ku cenazeyê wî piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin, bi girseyî hate ziyaretkirin.
AFAD’ê ragihand ku li Buyukçekmeceyê yek jê bi pileya 3.8 û yek jî bi pileya 4.9’ê du erdhej çêbûn.
AFAD’ê got ku heta niha jî tu îxbarên windahiyên can û hilweşînê ji bo Navenda Banga Lezgîn a 112’ê nehatine kirin.
Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdheja Stenbolê axivî û got: “Li Marmarayê erdheja em li bendê ev nîne. Ya ku em li bendê dê bi ser pileya 7’ê re be.”
Walîtiya Stenbolê têkildarî erdhejê daxuyanî da û got ku heta niha tu agahiyên hilweşînê nehatine ber destê wan.
Kesên li ser rêya Wan-Colemêrgê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristanên navenda Colemêrgê hatin definkirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneya erdheja li Stenbolê daxuyanî dan û gotin: “Em bi hemû hêz û derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne.”
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî da û got: “Heta niha di rêbej, balafirgeh, rêhesin û metroyên me de tu rewşên neyînî xuya nekirine.”
Jeolog Prof. Dr. Nacî Gorur têkildarî erdheja bi pileya 6.2’yê ya li Sîlîvriyê got: “Ev fay, fayeke girtî ye û enerjiyê kom dike. Hişyarî pê divê.”