'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe'

  • rojane
  • 16:49 31 Cotmeh 2019
  • |
img

ŞIRNEX - Heyeta KCD û HDP'ê Cizîr ziyaret kir û xwest her kes li dijî tayînkirina qeyûman dengê xwe bilind bikin. Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç anî ziman ku Cizîr wêneyê Tirkiyeyê ye û xwest her kes dengê xwe bilind bikin. Oluç da zanîn ku ger bêdeng biminin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe.

Heyeyeta KCD û HDP'ê ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî d nav de li Cizîrê di bin dorpêça polîsan de esnafan ziyaret kirkin û daxuyanî dan çapemeniyê.
 
Piştî ku Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig di 29’ê Cotmehê de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywirê hat girtin û qaymeqamê navçeyê Davut Sînanoglu wekî qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê hat kirin. Çalakiyên şermezarkirinê ku li dijî tayînkirina qeyûm li navçeyê hatin destpêkirin di roja sêyem de berdewam kirin. Di çarçoveya çalakiyên ku hatin destpêkirin de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Wekîlê Serokê Koma HDP’ê î Saruhan Oluç, Parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr, Pero Dundar, Tulay Hatîmogullari, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Acar Başaran, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Musa Farîsogullari, hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu jî di nav de gelek kes li Çarxerêya navçeyê kom bûn û xwestiin serdana esnafan bikin. Polîsan bi hinceta, “hejmar zêde ye” girse asteng kir. Li ser vê yekê girseyê bi dirûşma, “Cizîr Ya Me Ye, Şaredarî Ya Me Ye” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Polîsan nîvê girseyê veqetang û pişt re destûr da ku tenê heyeta parlementer di nav dene esnafan ziyaret bikin.
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN' 
 
Di dema serdana esnafan de welatiyan xwestin tev li heyata HDP'ê bibin lê welatî ji aliyê polsîan ve careke din hatin astengkirin. Welatiyên ku hatin astengkirin ji dûr ve bi çepik û dirûşman piştgirî dan girseyê. Di dema serdana esnafan de Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş bang li gel kir û wiha got: “Li dijî dagirkî û bêhiqûqiyê em berxwedana xwe berdewam dikin. Jiyan berxwedan e. Serkeftin ya gelê Botanê ye. Li dijî qeyûman dê berxwedana me berdewam bike. Em ê tu carî serî netewînin. Em zext û zordariyan nas nekin. Em ê bi berxwedanê bi ser kevin.”
 
‘EV BERXWEDAN GERDÛNÎ YE' 
 
Piştî serdana esnafan, girse li ber deriyê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê kom bû û li vir daxûyanî hat dayîn. Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç axivî û bal kişand ser zordestiya polîsan a dema serdana esnafan ku kirin û wiha got: “Qeyûmê ku tayînî navçeyê hat kirin em bi tenê bi sedan polîsan ve ancax dikarin esnafan ziyaret bikin. Îro tabloya Tirkiyeyê ev e. Piştî qeyûmê ku tayînî şaredariyê hat kirin, em nema dikarin serdana esnafan jî bikin û axaftin û slavdayîn jî hatine qedexekirin. Em li dijî van neheqiyan berxwedana demokrasi, maf û hiqûqê didin. Ev berxwedanek gerdûnî ye. Ev berxwedana mafên gel û demokrasiyê ye. Cizîr wêneyê Tirkiyeyê ye. Pêwîste her kes dengê xwe bilind bike. Ger em bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe."
 
‘WÊ BERXWEDAN DEWAM BIKE' 
 
Oluç axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îktîdar dibêje ez nahêlim parlamenterên HDP’ê gel bi rê ve bibin û ji hilbijêran re dibêje, 'Hûn rêvebiran diyar bikin jî ez ê li şûna wan qeyûm tayîn bikim.’ Heta niha qeyûm tayînî 13 navend û navçeyên me hatine kirin û şaredariyên me hatin xespkirin. Em vê qebûl nekin û em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Heta ku vîna gel li her derê bê qebûl kirin em ê berxwedana xwe ya edalet, azadî û demokrasiyê bidomînin.”
 
Piştî axaftina Oluç daxûyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
 
 

Sernavên din

31/10/2019
17:12 Cerdevanê ku zarokekî îstismar kiribû hat girtin
17:04 Ji bo Eren Erdem ê CHP’yî biryara berdanê hat dayîn
16:58 Wê axaftina Uca bişînin beşa Kurdolojiyê
16:49 'Hûn bêdeng bimînin dê Qesr hemû şaredariyan bi rêve bibe'
16:10 Karwanê Koalîsyonê gihîşt Sirînê
15:49 Piştî mir karê wî paşve dan wî
15:37 Hêzên Amerîkî û QSD’ê li Tirbespiyê tûr avêtin
15:22 Kovara ‘Kirik Saat’ bi sernivîsa Tahîr Elçî dest bi weşanê kir
15:21 Raporê binpêkirinên li girtîgehên Anatoliya Navîn: Lêgerîna keyfî, tundî, mieyne bi kelemçe...
15:16 Karkerên Somaye: Em ê bi berxwedanê tazmînatê bistînin
14:33 Qeymeqamiyê navê Ceylan Onkol cara duyem red kir
14:32 Vakfa Piştevaniya Jinan rapor nafaqa aşkere kir
14:04 Xaziyê Pirsûsê: Berxwedana we dê serkeftinê bîne
13:50 ‘Komkujiya Pirsûsê kutuya reş a dewletê ye'
13:29 Abdî: Tirkiye hewl dide bikeve bajarê Asûrî Til Temirê
13:20 Karkerê Sûriyeyî li Îzmirê bû qurbana kana Mermer
13:04 Ji ber ku di daneşînê de rewşa wî ne baş bû girtiyên nexweş rakirin nexweşxaneyê
12:46 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:03 Serokkomar Erdogan destûr neda darizandina Îlker Başbûg
11:38 Ji Kobanê bersîv da Erdogan: Em destûr nadin derbas bibin
11:32 Ji ber parvekirina li dijî şer hat binçavkirin
11:20 Sewqîyata eskerî ya li ser sînor didome
11:13 Li girtîgehê cûdakarî: Ji bo tirkan pir û ji biyaniyan jî kêm xwarin didin
11:10 Dîroknas Temel: Ji bo Kurdan yekîtiya neteweyî nebe nabe
10:40 Nûnerên saziyan: Hemû netew neçar in li dijî terora DAIŞ'ê têbikoşin'
10:16 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji bo penaberan bang li rayedaran kir
09:59 QSD: Em li benda muxatabiyê ne
09:46 Eskeran gef li Saglam ê girt xwar
09:42 Ji Twîtterê biryara negirtina reklamên siyasî
09:10 Destûr neda girtî ziyaret bike
09:10 Beriya bibe qeyûm li ser navê şaredariyê biryar girtiye
09:09 Kanar: Dibe ku Tirkiye bê darizandin
09:08 Bi nexşandina şimikan debara xwe dikin
09:07 Xebitîn û kooperatîf ava kirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2019'AN
30/10/2019
20:11 Şivan Çetîn ê li Nisêbînê di êrîşa hawanê de birînda bû jiyana xwe ji dest da
20:03 TJA: Em dê li dijî hovîtiya ‘SMO' têbikoşin
17:19 Rojnameger Abdullah Kaya hat berdan
17:10 Destûr nedan navê Mahmût Baksî li pirtûkxaneyê bê kirin
17:02 Rejîma Sûriyê bang li QSD'ê kir: Ji bo şerê Lİ dijî Tirkiyê beşdarî nav artêşê bibin
16:56 276 rewşenbîran bang li NY’yê kir
16:35 Li Wanê qezaya trafîqê: 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn
15:59 57 girtî li Şakranê rastî cezayê hucreyê hatin
15:59 Alîkarê Bagdadî Abdûllah: Erdogan israr kir ku em êrişê Kobanê bikin
15:42 Erdogan: Ne komkujî ye, tehcîr e
15:32 Nivîskarê ‘Şêrgele’ û ‘Efîndîno’ hat bibîranîn
14:39 Danişîna Irmak û Demîrel hat dîtin
14:23 TUAY-DER: Ewlehiya girtiyan nîne, divê rayedar bikevin tevgerê
14:07 Îsraîl hemû nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girt
13:44 Li Cizîrê şermezarkirinên qeyûm didomin: Tundî nikarin we rizgar bikin
13:26 Wênesazên jin kuçeyên Sûrê bi wêneyan dixemilînin
13:21 Dundara HDP'î: Wê 29'ê Cotmehê weke darbeya qeyûm bê bîranîn
13:17 MYK'a HDP'ê: Îtîfaqa AKP-MHP'ê li sînorê têkçûnek mezin e
13:16 Nancy Pelosî: Êrîşa artêşa Tirk a li dijî gelê kurd Komkujiya Ermenan bi bîr dixe
12:36 Prof. Morris: Ewropa ji tirsan naxwaze komkujiya ku Tirkiye pêk anîye bibîne
12:08 Di budçeyê de dîsa para herî pir ji xerckirinên parastin û ewlehiyê re hat veqetandin
12:04 Kêliyên diziya endamên OSO ya di bin banê TSK'ê de wiha hat tomarkirin
11:42 Li Farqînê û Hênê 5 kes hatin binçavkirin
11:35 Maçîn: Tenê rêyek li pêşiya kurdan heye ew jî yekîtî ye
11:07 Ji ber wêneyê 11 sal berê di Newrozê de kişandibû parve kir hat girtin
10:43 'Taxa me nîşan dide ku qeyûm tê çi wateyê'
10:34 Wesiyeta dengbêj Mihemedê Xato: Xwedî li dengê min û dengbêjiyê derkevin
10:27 Qeyûm kesê bi îhaleya 352 milyon tl nelirêtî kir xelat kir
10:02 Wê Danîmarka bi temamî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bide rawestandin
09:52 'Xelata Şervanê Paqij' a Kanadayê îsal dan Mazlum Abdî
09:39 Rexneya OHD'ê ya li ‘pakêta darazê': Bi kevçî didin bi heskê distînin
09:12 'Roja Kobanê ya Cîhanê' çawa derket holê?
09:11 'Heta lêçûnên ji bo eskeriyê neyên kêmkirin wê tu wateyeke budçeyê tunebe'
09:10 Bi dosyeyên ku berê beraat kiribû ji peywirê hat girtin!
09:10 Rojnamevan Oktay a hat berdan: Ji ber ku min rastî nivîsand ez keyfxweşim
09:09 'Mirov nikare bi vî pereyî wekî mirovan bijî'
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2019'AN
29/10/2019
20:20 Li Girtîgeha Tokatê ji 54 girtiyan di 40 girtîyan de nexweşiya Hemoroîdê derket
16:22 DMME'yê di dozek din de jî Tirkiye mehkûm kir
16:14 Hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê 14 leşkerên rejîmê dîl girtin
16:09 Ji ber ku negirtin cem dayika wî pitik Mîraz pir giriya
15:16 Ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyama‘Komara Demokratik'
15:11 Leyla Guven: Hûnê nekarin vîna gelê Cizîrê teslîm bigirin
14:54 Polîsê ku li Mahsertê 2 jin kuştin hat girtin
14:37 KESK: Heta kedkar vegerin karê xwe dê têkoşîna me dewam bike
14:36 Qeyûmê Bismilê 7 karkerî bê hincet ji kar derxist
14:02 Çîçek Kobanê ku SMO'yê bi sejêkirinê gef lê dixwar li Miduriyeta Polisan a Rihayê ye
14:00 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:53 Tîme: Cîhatkarên ku piştgiriyê ji Tirkan distînin li Bakurê Sûriyeyê komkujiyê dikin
13:47 Dema binçavkirina 12 gundiyan dîsa dirêj kirin
13:41 Mamosteyê çapemeniya kurd hat bibîranîn
12:52 Girtiyên nexweş Başdaş û Beştaşoglû hatin berdan
12:51 Mazlum Abdî hûrguliyên operasyona li dijî Bagdadî vegot
12:02 Polisan mudaxaleyî çalakiya şermezarkirina qeyûm kir
11:54 Li Kandirayê cezayê ‘Ne li gorî exlaq cil li xwe kirin’ li parlementerên girtî birîn
11:29 Fermandarê QSD'ê Can: Operasyona Bagdadî di ruyê Tirkiyeyê de mehekê dereng ket
10:56 Leyla Guven: Destê xwe ji Rihayê vekişînin
10:21 Qeymeqam wekî qeyûm tayînî Cizîrê kirin
10:10 Ji welatiyan şîroveya krîza aborî: Her roja ku diçe em feqîr dibin
09:51 Li Şirnexê polisan siyasetmedarên kurd vexwendin'çay û sohbetê'!
09:18 Kedkarê çapemeniya azad: Hem mamoste bû hem hevrê bû
09:17 Polîsên li Elîgorê karker guleberan kirin dan ber lêpirsînê
09:16 Ji bo vegerin ser karê xwe her sibeh diçin ber fabrîkayê
09:16 Fermana Wezareta Dadê: DAIŞ'î û PKK'yî li heman korîdorê hatin bicihkirin
09:15 Aykol: Ji bo Ewropayê jestek kirin û em bi awayekî demborî berdan