STENBOL- Welatiyên Stenbolê ku diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoyê, anîn ziman ku divê her kes li Tirkiyeyê xwedî mafên azad û demokratîk be û peyama "Ger aştî hebe, pereyê ku ji bo şer tê xerckirin dê li gel vegere" dan.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin, bi Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclisê hat avakirin, didome. Welatiyên li Stenbolê ku li ser pêvajoyê axivîn, diyar kirin ku ew êdî naxwazin kes li Tirkiyeyê bimire û piştgiriya xwe ji bo aştiyeke mayînde anîn ziman.
Derûnnas Bûrcû Çolakê diyar kir ku jin, zarok, kesên LGBTQ+ û kurd li Tirkiyeyê yên herî zêde bindest in û got: "Aştî ji bo her kesî, bi taybetî ji bo bindestan pêwîst e. Em ji sazûmaniya aştiyê ya li Tirkiyeyê her ku diçe dûr dikevin. Heta ku çandeke aştiyê li dibistanan û hemû saziyên dewletê çênebe û heta ku wekhevî û mafên mirovan di polîtîkayên dewletê de neyên bicîhanîn, aştiyeke mayînde pêk nayê. Ji ber ku civak ji vê yekê bandor dibe. Bi taybetî di salên dawî de, ciwan û zarok bi çandeke ji aştiyê dûr mezin dibin. Ciwan pir berxwedêr in û li hember vê yekê li ber xwe didin. Em ê di pêşerojê de encamên vê yekê bibînin. Aştî ne tiştek e ku dê di şevekê de were. Dema ku wekhevî di navbera mêr û jinan de hebe, dema ku zarok neyên bindestkirin, dema ku kes ji ber nijada xwe neyên bindestkirin dê aştî çêbibe."
‘GER AŞTÎ ÇÊBIBE DÊ ABORÎ JÎ BAŞ BIBE'
Erol Aygun destnîşan kir ku her kesê ku li Tirkiyeyê aramiyê dixwaze, aştiyê jî dixwaze û got: "Bi taybetî di demên wiha de, hin kes aştiyê naxwazin. Ji bo bidestxistina aştiyê, hêz hewce ye. Bê hêz, aştî nabe û mirov dê bindest bibin. Ger aramî hebe, aştî jî dê hebe û aboriya me dê baştir bibe. Dahata aborî ya ku ji bo çekan tê xerckirin dê ji şer re neçe, ew li gel vegere. Pereyê ku diçe ji şer re, bila bê ji gel re."
‘DIVÊ KURD BI AZADÎ BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN'
Îbrahîm Yaska ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê teqawît bûye, bilêv kir ku ew vê pêvajoyê erênî dibînin û bi bîr xist ku dema li leşkeriyê bûye kesên bi kurdî diaxivîn fermandar li wan dixist. Yaska got: "Ez tirkekî ji Afyonê me. Di dema xizmeta leşkerî ya min de, min dît ku leşkerên ku bi kurdî diaxivîn, fermandar li wan dixist. Ez pir xemgîn dibûm. Îro, dersên îngilîzî û fransî hene. Divê kurd stranên kurdî bibêjin û bi zimanê kurdî biaxivin. Li Tirkiyeyê hin neteweperestên har hene. Ew li dijî pêvajoyê ne û ji ber vê li benda rayan e. Heta niha leşker û polîsên me mirine. Bila tu kurd, polîs û leşker nemirin. Bila biratî hebe. Em di şerê Çanakkaleyê de bi hev re bûn. Hêzên biyanî û bazirganên çekan li dijî pêvajoyê ne. Ez destên Devlet Bahçelî maç dikim. Bila ji niha û pê ve bi aştiyê berdewam bike. Ez hêvî dikim ku encamên neyînî çênebin. Dema ku şer tune be, dê aborî baş bibe. Ez aştî û aramiyê dixwazim."
Ercan Kar jî destnîşan kir ku tevî destpêkirina pêvajoyê jî, pêkanînên neqanûnî berdewam dikin û got: "Pêvajoyek heye, lê ji aliyekî din ve dewlet hemû şaredaran digire. Ger pirsgirêk çareser bibe, divê bi tevahî çareser bibe. Ji ber ku pêkanînên dijdemokratîk berdewam dikin, pirsgirêka kurd dê çawa çareser bibe? Berê, şaredarên kurd digirtin. Niha, şaredarên CHP'î dikevin girtîgehan. Divê ev hikûmet biçe. Heta ku ev hikûmet neçe, çareserî tune ye."
MA / Melîk Çelîk