Guven: Ne em Soylû ciwanan dişîne çiya

  • rojane
  • 14:11 19 Îlon 2019
  • |
img

MÊRDÎN - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê qala malbatên li ber HDP'ê kir û wiha got: "Di rastiyê em zarokan naşînin serê çiya. Suleyman Soylû bi axaftinên xwe ciwanan dişîne serê çiya." 

 
Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Mêrdînê di roja 32'emîn de berdewam kir. Polisan bi hinceta dirêjkirina qedexeya "çalakiyan" a Walîtiya Mêrdînê, avahiya HDP'ê ya bajar dorpêç kirin. Ji ber vê sedemê HDP'iyan çalakiya xwe li ber avahiya HDP'ê ya bajar li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven tevlî çalakiyê bû û axaftinek kir.
 
'EV NE GEF RASTÎ YE'
 
Hevserok Guven diyar kir ku li her derê bi dorpêça polisan tê xwestin ku dengê HDP'ê birîn û wiha got: "Em dipirsin ev tirs çî ye? Tişta we ditirsîne çî ye? Çima dema ku HDP û kurd diaxivin hûn ditirsin? Hûn çima dora me dorpêç dikin? Hûn çi dikin bikin, em ê heqîqetê biqîrin. Em rastiya ku bi polîtîkayên ewlehiyê ev pirsgirêk çareser nabe biqîrin. Gelê kurd têkoşîna ku li dijî Dehaqê zalim daye dê li dijî we jî bide." Guvev da zanîn ku ji ber ku gotiye HDP îtîat nake tê xwestin ku bê lînçkirin û ev tişt anî ziman: "Heta ku Pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê êş berdewam bikin. Em destûr nedin vê yekê. Em tev bi hev re li dijî vê yekê rawestin. Li her dera dinyayê rewşê wiha çêbûne û bi aklê hevpar û rêyên demokratîk çareser bûne. Dema em van tiştan tînin ziman dibêjin ku em gefan dixwin. Ev ne gef, rastî ye."
 
 
‘ÊN CIWANAN DIŞÎNIN ÇIYA NE EM IN'
 
Di berdewamê de Guven qala tayînkirina qeyûman kir û têkildarî mijarê ev tişt gotin: "Pêşiyê bingehê amade dikin, dû re keviran datînin û paşê jî şaredariyan xesp dikin. Li dijî kurdan konseptên nû tên amadekirin. Ji serê sibehê heta êvarê kesên ku nayên zanîn kî ne li ser navê kurdan didin axaftin. Tê angaştkirin ku em bi ciwanan re diaxivin û wan dişînin çiya. Ev konsept ne ji bo yekitiya Tirkiyeyê ne. Di rastiyê de yên ku bi ciwanan re diaxivin û wan dşînin çiya ne em in. Kesê bi axaftinê vê yekê pêk tîne Suleyman Soylû bixwe ye. Zimanê cihêkirinê û televîzyonê êdî ciwanan ji canê wan dide acizkirin. Ji ber ku Bulent Arinç vê rastiyê destnîşan kir jê re gotin, 'di wê de here'. Vana timik hewl didin ku ser rastiyan bigirin."
 
 
‘PÊŞÎ DEMOKRATÎKBÛN’
 
Guven daxuyaniyên desthilatê yên têkildarî CHP'ê jî nirxand û axaftina xwe wiha domand: "CHP ne zelal e. Heta ku dengê xwe li dijî tundiyan bilind neke siûda wê ya ku bê ser desthilatê tuneye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwistiya lezgîn e. Dê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê re Pirsgirêka Kurd di nav xwe de çareser bibe. Ji ber vê yekê tişta ku em dixwazin bikin jî demokratîkbûn e. Di rewşeke wiha de dê dayik ji bo çareseriyê neyên ber derê HDP'ê. Wê demê dayik neçar nemînin ku zarokên xwe winda bikin."
 
'TIRSA NE JI HESÎN HEBÛYA EM LI TRÊNÊ SIWAR NEDIBÛN'
 
Guven diyar ku kesên ji hesin bitirsin nikarin li trênê siwar bibin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em lê siwar bûne û ev trên niha gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe. Di dîrokê de kesên di polîtîkayên ewlehiyê de sirar kirine çûne ser sergoyên dîrokê. Lê gelan li cihên xwe jiyana xwe domandine. Heke darizandineke bê kirin divê kujerên Roboskî, Dayika Taybet û Şêrzemînên Cizîrê bên darizandin."
 
Piştî axaftina Guven çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/09/2019
15:03 Dayika Çekdar Yurek: Kurê min berdin
14:54 HDP giliyê Yenî Şafakê dike
14:36 'Em ê li dijî qeyûman têbikoşin'
14:15 Bulbul: Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir
14:11 Guven: Ne em Soylû ciwanan dişîne çiya
13:37 Înîsiyatîfa Kavaklikê: Banga îfadeyê li 11 hevalên me kirine
13:09 Doza derbarê kuştina Leyla Aydemîr wê sibe dest pê bike
12:56 Îçten ê AKP’î: Ez serî radikim û îstîfa dikim
12:40 ÎHD: Li Pasûrê vîna gel hatiye desteserkirin
12:00 ‘Înfaz, gorên komî û bîr têra şênberiyê nakin gelo?’
11:54 Îbrahîm Ayhan wê bê bibîranîn
11:23 Ji JINNEWS'ê kampanyeya 'nûçegihantiya dildar': Em dengê xwe bi hevre bilind bikin
11:22 Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb...
10:52 Apê Mûsa wê li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn
10:41 ‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dengê êdî bes e olan dide’
10:28 Qeyûm staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê betal kir
09:30 Ji bo bi deh hezaran girtî û hikumxwaran biryareke emsal!
09:29 Hevşaredara HDP'î dek û dolabên' çapemeniya hewzê yeko yeko aşkere kir
09:29 Ji ber çûn hevdîtinê û pere ji girtiyan re şandin bi 'endamtiya rêxistinê' hatin tawanbarkirin!
09:16 Qada hêşîn a Sêrtê li bendî bersiva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye
09:14 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Wê lîstika li Pasûrê bi ser nekeve
09:13 'Em ê tim û tim rastiyê ragihînin'
09:12 Hevserokê ESP'ê: AKP ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike
09:11 'Ancax em bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî dikarin bi ser bikevin'
09:09 Zarokên gundan arasteyî weqfan dikin
09:03 Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN
18/09/2019
22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin