MÊRSÎN - Teqawidan, daxwazên xwe yên têkildarî hevdîtinên budçeya 2026’an rêz kirin û gotin: “Em xwedî wê zanetî û hostetiyê ne ku pêşî li parçebûnê bigirin û têkoşîna teqawidan mezin bikin.”
Şaxa Sendîkaya Teqawidên Tirkiyeyê (TUED) û Şaxa Sendîkaya Teqawidan a Tum (2021 Tum Emeklî-Sen) a Mêrsînê, ji bo protestokirina hevdîtinên budçeya sala 2026’an, li hemberî Dibistana Amadehî ya Tevfîk Sirr Gur daxuyanî dan.
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî piştgirî dan. Di daxuyaniyê de pankartên “Na ji heqdestê hejariyê re. Em dixwazin wekî mirovan bijîn” û “Em nikarin debara xwe bikin, nikarin xwe xweyî bikin, nikarin xw bihewînin. Dixwazin wekî mirovan bijîn” hatin hilgirtin. Beriya daxuyaniyê, lîstikeke şanoyê ya têkldarî krîza aboriyê ya teqawid dijîn hate pêşandan. Piştî şanoyê, daxuyanî hat xwendin.
‘DIXWAZIN YEKITIYA ME JI HEV BELAV BIKIN’
Serokê Şaxa Tum Emeklî Senê ya Mêrsînê Huseyîn Kurt, diyar kir ku civakek bêyî teqawidan nikare pêş bikeve, xurt bibe û îstîqrara xwe misoger bike. Kurt, diyar kir ku îktîdara ku dewlemendiya wan a hevpar xesp kiriye, ciwan û zarokên wan ên bitendurist bêkar, karkeran bêtemînat, zarokên herî jîr bêperwerde û teqawidan jî bêmal dihêle. Kurt, da zanîn ku îktîdar hewl dide sendîkayan bigire, li şaredariyan qeyûman tayîn bike, medyayê bêdeng bike û dostên teqawidan bigire. Kurt, got ku hewldan heye ku yekitiya wan ji hev were belavkirin lê ew xwedî wê zanetî û hostetiyê ne ku têkoşîna teqawidan mezin bikin, vê lîstikê xera bikin û rê li ber parçebûnê bigirin.
Kurt, daxwazên teqawidan wiha rêz kir:
“*Bila heqdestê mehane yê teqawidan bi qasî ku teqawid bikarin wekî mirovan bijîn bên zêdekirin. Bila heqdestê teqawidan biqasî heqdestê herî kêm ê memûran be. Bila ji bo teqawidan, li gorî dahata wan xanî bên çêkirin û yên di kirê de jî alîkarî jê re were kirin.
*Li Xalên 51’emîn û 53’yemîn ên Destûra Bingehîn ên têkildarî ‘Mafê Peymana Komî’ û ‘Mafê Avakirina Sendîkayê’ têgehên ‘teqawid’ û ‘her kes’ lê were zêdekirin. Bi vê yekê re jî bila mafê peymana komî û avakirina sendîkayê di destûra bingehîn de were misogerkirin. Bila Zagona Statuyê ya Sendîkayên Teqawidan were derxistin.
* Bila sepana heqê ji bo muayene, tedawî û derman tê qutkirin were betalkirin.”
Daxuyanî, bi dirûşmên “Budçeya ne ji sermayeyê re ji bo kedkaran”, “Em teqawid in, mafdar in, dê bi ser kevin” û “Em ê teslîmî hejariyê nebin” bi dawî bû.
