AMED - Xeyala Zinar Altuntaş ê down sendromî ew bû ku di Beşa Antrenoriyê ya BESYO’yê de bibe yekemîn û ev xeyala xwe pêk anî. Xeyala niha ya Zinar jî ew e ku bi Amedsporê re bixebite.
Zinar Altuntaş ciwanekî 20 salî ye, li Amedê dijî û down sendromî ye. Zinar, di qadên werzîşê de li Tirkiye û cîhanê gelek serkeftin bi dest xist. Xeyala wî ya ewil ew bû ku biçe Dibistana Bilind a Perwerde û Werzîşê û bibe yekemîn. Û ev xeyala xwe pêk anî. Xeyala Zinar a duyemîn jî, dixwaze bi Amedsporê re bixebite. Niha dixebite û hewl dide vê xeyala xwe pêk bîne. Zinar, bi werzîşa avjeniyê dest pê kir û piştre li Amedê di lîstika gogo maseyê de yekemîn derket. Piştre bi alîkariya bavê xwe berê xwe da basketbolê. Di musabeqeya Ewropayê de tîma Zinar bû duyemîn û di ya cîhanê de jî bûne duyemîn. Zinar, piştî ji dibistana amadehî ya werzîşê mezûn bû, kete ezmûnan û Beşa Antrenoriyê ya BESYO’yê ya Zanîngeha Dîcleyê qezenc kir. Bi vê serkeftina xwe re li Amedê bû yekem werzîşvanê down sendromî. Zinar, niha li Antrenoriya BESYO’yê di rêza yekemîn de ye.
DIXWAZE BI AMEDSPORÊ RE BIXEBITE
Zinar, her çend di branşên cuda yên sporê de serkeftî be jî, branşa dixwaze futbol e. Altuntaş ku alîgirê Amedsporê ye, dibêje ku yek ji tiştên wî motîve dike jî werzîş e, xeyala xwe ya ewil pêk aniye û niha jî dixwaze bi Amedsporê re bixebite û xeyala xwe ya duyemîn pêk bîne. Altuntaş, got ku pir dixwaze bi Amedsporê re bixebite û ev tişt anî ziman: “Gelek ji futbolê hez dikim. Dema dilîzim keyfxweş dibim. Heke Amedspor min bigire tîmê dê gelek keyfxweş bibim. Dixwazim bangî serokê me yê hêja Nahît Eren bikim, dixwazim di serkeftina Amedsporê de cih bigirim. Jixwe diçim her maça wê.”
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ CIVAKÊ
Dayik û bavên Zinar Altuntaş, Songul û Nevzat Altuntaş ji Kurdên Anatoliyaya Navîn in û ji sala 2002’yan ve li Amedê dijîn. Zinar dibêje ku di serkeftinên wî de bandora dayik û bavên wî zêde ye. Bav Nevzat Altuntaş, got: “Dema dayika wî ducanî, ji testan xuya nedikir ku Zinar down sendromî ye. Piştî ji dayik bûyî me hinek zehmetî kişandin. Têkoşîna me ya ewil li dijî gotina civakê ya ‘nexweş e’ bû. Dereng dest bi dibistanê kir. Ji piyanoyê pir hez dike, li Ma Musicê perwedeya piyanoyê dît. Bi werzîşê re eleqedar bû. Dibistana amadehî ya werzîşê qezenc kir. Ev tiştekî ewil bû. Di avjeniyê de bû yekemîn, di tenîsa maseyê de bû yekemîn. Di basketbolê de li cîhanê bû duyemîn. Di rêza yekemîn de BESYO qezenc kir. Dikare bi xwe pêwîstiyên xwe cibîcî bike.”
BANG LI MALBATAN KIR
Altuntaş, diyar kir ku divê malbat li şûna zarokên xwe di hundir de hefs bikin, divê bikevin nava pratîkên pêşiya zarokan vedikin û got: “Zinar nîşan da ku dikare bike. Bila malbat ji zarokên xwe bêzar nebin û paşvegavê neavêjin. Li kolanê rastî cihêkariyê tê, nagirin nava tîmê û pirsgirêkên wiha dijî. Tevî ku futbolê baş dilîze jî nagirin tîmê. Ev cihê xemgîniyê ye. Lê em ê bi hev re van astengiyan derbas bikin. Zinar heta niha tu astengî naskir. Bila zarokên din jî nas nekin.”
MA / Fethî Balaman
