DÊRSIM - Xebatkarên şîrketa madenê yên ji hewayê sar sûd girtin û xwestin li Sekasurê xebatên pîvandinê bikin, ji hêla şêniyan ve ji gund hatin derxistin. Welatiyan got: "Em ê xwedî li axa xwe derkevin.”
Şîrketên madenê dixwazin ku li ser qadeke 2 hezar û 200 donimên erd ên Mezraya Sekasurê ya di navbera gundê Bargînî yê navçeya Xozatê ya Dêrsimê, gundên Zeve, Orcan û Desîman ên navçeya Pertagê de cih digire, kanên pomza û xîzî vekin. Bertekên li dijî vê hewldanê didomin. Di sala 2016’an de piştî aşkerakirina nasnameyên kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane, hestiyên wan li vê herêmê hatine definkirin û şîrketên madenê dixwazi li vir kana madenê vekin. Malbatên xizmên xwe winda kirin, bertekên tund nîşanî vê hewldanê dan. Ji 11 endamên malbatên Baran û Cananê goreke bîrdariyê li vir e û ev mezra qada hevpar a gundiyan e. Gundiyan, li vê qadê li dijî kana madenê nobet daye destpêkirin û nobet di meha 5’an de didome.
Şîrketa Lîmîted a Avahî Înşaet Pîşesazî û Bazirganiyê ya Arven Dogu ku ji bo wê rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hatibû dayin, ji ber bertekan xebatên xwe kêm kiribû lê dîsa lez da xebatên xwe. Vê yekê, xelkê herêmê xist nava liv û tevgerê. Şêniyên herêmê, ji ber hewayê sar 5 rojan navber dabûn nobeta xwe. Di vê navberê de xebatkarên şîrketê hatin qadê û dest bi pîvandinên xwe kir. Piştî ev agahî belav bûy, şêniyên gund çûn qadê û xebatkarên şîrketê ji wir derxistin. Welatiyên bi pêşengtiya Platforma Parastina Xweza û Hawîrdorê ya Xozat Pertag û Sakasurê hatin gel hev, dîsa dest bi nobeta xwe kirin. Welatiyên tev li nobetê bûn, diyar kirin ku heta encamê digirin dê têkoşîna xwe bidomînin.
'EV XAK BÊXWEDÎ NÎNE’
Şahîn Kit ê ji gundê Zeveyê got ku ew bibiryar in ku têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin. Kit, destnîşan kir ku dê berxwedana wan bidome, xaka wan bêxwedî nîne û got: “Em ê destûrê nedin xwezaya me pêşkeşî sermayeyê were kirin û bê tunekirin. Em dixwazin her kes tev li têkoşîna me bibe. Ji bo xwezayeke xweşik ji nifşên pêşerojê re bihêlin, qiyamet jî rabe em ê têbikoşin.”
'EM Ê AXA XWE BIPARÊZIN’
Îsmaîl Koyun jî got ji ber şert û mercên hewayê konê xwe rakirin û di heman rojê de xebatkarên şîrketê hatine qadê û ev tişt anî ziman: “Me jî biryar da ku nobeta xwe bidomînin. Em ê li ber xwe bidin û axa xwe bernedin. Xelkê vir piranî ajalvaniyê dike. Ev der çêregeha 4 gundan e. Heke ev çêregeh biçe dê ajalvanî jî bimire.”
Hasan Besler jî got ku heta encamekî bi dest dixin dê têbikoşin û ev tişt anî ziman: “Em ê rê nedin madenan û çeteyan.”
'EM Ê RÊ NEDIN MADENVANAN’
Nazim Makal jî da zanîn ku dê xebatên madenê zirarê bidin xwezayê û got: “165 roj in em nobetê digirin. Dê nobeta me bidome. Tevî gel û gundiyan em ê rê nedin madenvanan. Heke li vir maden were vekirin dê xweza tune bibe. Ev dê rê li ber koçberiyê jî veke. Dixwazin qadên me yên jiyanê tune bikin”
'BILA DEV JI FIKRA TUNEKIRINA VÊ DERÊ BERDIN’
Hidir Ruzgar jî destnîşan kir ku li dadgehê îtîraz kirine û hêj biryar derneketî xebatkarên şîrketê hatine qadê û got: “Banga me ji bo her kesî ew e ku heke rastî xebatekê bên bila agahiyê bidin me. Dapîr û bapîrên me bi sedan salan li ser vê xakê jiyan, sirgun bûn, hatin kuştin. Îro jî em hewl didin li vir bijîn. Bi îmzeya di nava 3 deqeyan de avêtin nikarin bibin xwediyên vê derê. Bila ji fikra tunekirina vê derê berdin. Ji bo pereyan dixwazin her tiştekî tune bikin. Em ê rê nedin ev der bê tunekirin.”
Hidir Ruzgar, da zanîn ku bapîrê wî di sala 1826'an de hatibû sirgunkirin û kariye 40 sal piştre vegere û got: “Malên me şewitîn, em piştî 15 salan dîsa vegeriyan. Tevî ewqas tiştan em dîsa li vir in. Piştî me jî dê neviyên me xwedî li vir derkevin. Bi kîjan exlaqî vê dikin?”
MA / Şîlan Şîrvan Çîl
