STENBOL – Tevî ku Dadgeha Bilind di gelek dozan de biryar daye ku gotina "Birêz Ocalan" ne sûc e jî, lê ji ber heman gotinê înfaza Soncan Gedşk ê 30 sal in girtiye hat şewitandin.
Di 27'ê Tîrmeha 2011'an de, 53 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê daxwaznameyek pêşkêşî rêveberiya girtîgehê kirin da ku di çarçoveya kampanyaya "Ez jî dibêjim 'Birêz Ocalan'" de, ji Wezareta Dadê re were şandin. Di daxwaznameya xwe de, girtiyan diyar kir ku bilêvkirina "Birêz" a ji bo Abdullah Ocalan ne sûc e û heke wisa be, ew jî vî sûcî dikin. Piştî daxwaznameyê, li 53 girtiyan bi hincet6a "Pesindayîna Abdullah Ocalan" di navbera 11-12 rojan de cezayê hucreyê hat birîn. Girtiyan jî li dijî vê serî li Dadgeriya Şnfazê ay Kirikkaleyê dan û îtiraz kirin. Dadgeriya Înfazê dosyaya Sorcan Gedik ku dixwest bi parêzerê xwe re beşdar bibe û bi kurdî parastinê bike veqetand û got daxwazname ji wezaretê re hatine şandin û daxwazname ne di kontrola îdareya girtîgehê de ne û cezayê hucreyê yê 52 kesan di 16'ê Nîsana 2022'yan de betal kir. Lê ji ber ku biryara veqetandina dosyeya Gedîk ê di sala 1994'an de hat binçavkirin û bi îdiaya "xerakirina yekîtiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn, der barê cezayê hucreyê de hukum nehat danîn.
Soncan Gedîk ku berê li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê parastina xwe bi kurdî kiribû, cezayê lê hatibû birîn hat pesendkirin. Îtîraza li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê jî di 4'ê Sibata 2013'an de hat redkirin. Dadgehê ji ber peyva "Birêz Ocalan" û "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan" biryara cezayê hucreyê ya der barê Gedîk de di cih de dît.
Cezayê Gedik ê sewqî Girtîgeha Sûngûrlû ya Çorûmê hat kirin, ji ber cezayê hucreyê înfaza wî hat şewitandin. Piştî şewitandina înfazê parêzera wî di Îlona 2024'an de tevî emsalên di vî warî de ku gotina navborî ne sûc e, serî li Dadgeha Bilind da. Lê hê jî Dadgeha Bilind biryar nedaye.
Parêzer Sebahat Gençtarîhê anî ziman ku înfaza muwekîlê wî di dawiya 2024'an de temam bûye û diviyabû bihat berdan û bal kişand ser cezayê hucreyê yê navborî. Sebahat Gençtarîhê bilêv kir ku diviyabû hukmê ji bo 52 kesên din hatibû danîn ji bo Gedîk jî bihata danîn û got ku demildest divê Soncan Gedîk bê berdan.
MA / Omer Îbrahîmoglû