STENBOL - Derhêner Emîn Alper diyar kir ku bendewariya wan ji vê pêvajoyê vekirina rêyên siyasetê ye û got: "Wekî ku hûn dizanin, nemaze heke ji tevgera kurd re were gotin 'çekê deynin', bê guman li hember vê bendawariya civakê jî ew e ku soza vekirina rêyên siyasetê bê dayîn."
Senarîst û derhêner Emin Alper ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk nirxand, peyama ku divê ji bo piştgiriya pêvajoyê sererastkirinên qanûnî werin çêkirin, da.
Derhêner Emin Alper, pêvajoya ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kkurd dest pê kiriye nirxand û diyar kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd rêyên siyasetê werin vekirin. Alper ku got "Ez bawer dikim ku rawestandina xwîna li vî welatî, berî her tiştî, pir girîng e" anî ziman ku ew bawer dike ku ev pêvajo ne tenê wekî rewşenbîrekî, lê di heman demê de wekî demokratekî jî hêjayî piştgiriyê ye.
Alper jî, mîna gelek kesên din, gumanên xwe yên li ser ka pêvajo çawa pêş dikeve anî ziman û got: "Bendewariya me ya herî mezin ji vê pêvajoyê, berî her tiştî, vekirina rêyên siyasetê ye. Wekî ku hûn dizanin, nemaze heke ji tevgera kurd re were gotin 'çekê deynin', bê guman li hember vê bendawariya civakê jî ew e ku soza vekirina rêyên siyasetê bê dayîn."
'PÊKANÎNÊN LI DIJÎ RUHÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ HENE'
Alper destnîşan kir ku hunermendên li Tirkiyeyê carinan rastî pêkanînên dijdemokratîk tên û got ku ger pêvajo baş biçe, ev dikare derfeteke nû biafirîne da ku di qada huner û çandê de dengê xwe bilind bikin. Alper got: "Encameke erênî ya pêvajoya aştiyê bandorek rasterast li ser hunerê dike. Ev yek, dê bi taybetî bandorê li berfirehkirina qada çand û hunerê bike. Lêbelê, pêkanînên dijdemokratîk ên heyî bi tevahî li dijî pêvajoya aştiyê ne. Gumanên ku min berê behs kir, tam ji vir derdikevin. Di hefteyên dawî de, zext li ser hunermendan zêde bûne. Li ser gotin û performansên hunermendan gelek lêpirsîn hatine destpêkirin. Ji ber vê yekê, ji ber zexta zêde ya li ser kesên ku di qada çandî de dixebitin, li ser qada huner û çandê nebaweriyeke tund li hember partiya desthilatdar heye."
Alper diyar kir ku avakirina pêvajoya aştiyê mijareke sosyolojîk e û got: "Her çend ev mijarek e ku divê di qada siyasî de were çareser kirin jî, lê hunermend dikarin gelek tiştan bikin da ku hevgirtin, aştî û baweriyê di navbera civak û gelan de zêde bikin. Ew dikarin van mijaran di fîlm û çîrokên xwe de bihewînin. Ew dikarin çîrok û fîlmên hêvîdar ên li ser aştiyê biafirînin. Berevajî vê, ew dikarin berhemên ku aştî û biratiyê pîroz dikin biafirînin, ne çîrok û fîlmên ku pirên di navbera gelan de xera dikin û dijminatiya etnîkî gur dikin."
'HETA BIRYARÊN DMME'YÊ JÎ PÊK NAYÎNIN'
Alper diyar kir ku nebûna baweriyê bi pêvajoyê heye û pratîkên rêveberiyê li Tirkiyeyê pir li paş qanûnê ne û got: "Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nayên bicihanîn. Her çend endamên Dadgeha Destûra Bingehîn rasterast ji hêla hikûmeta heyî ve hatine hilbijartin jî, biryarên wê bi eşkereyî tên paşguhkirin. Ji ber vê yekê, hawîrdoreke siyasî heye ku tê de destûr nayê bicîhanîn. Bi rastî, ji min re hinekî bêwate xuya dike ku di hawîrdoreke wusa de behsa hin rêziknameyên qanûnî bikim. Berî her tiştî, divê qanûnên heyî û destûra heyî werin pabendkirin. Bê guman, tenê şertê ji bo dabînkirina garantiya dawîn di vî warî de, misogerkirina serxwebûna qanûndanînê ye."
Alper diyar kir ku her çend divê zîhniyeta sansurê ji pîşesaziyên fîlm û televîzyonê were rakirin jî, li Tirkiyeyê ew belav bûye û got: "Di rêzefîlmên televîzyonê de êdî cih ji bo manevrayê tune. Nîşana herî piçûk a pirsê bi cezayên pir giran re rû bi rû dimîne. Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) cezayên pir dijwar dide. Ev di warên din de jî eşkere ye. Hunermend îro ne tenê bi sansurê, di heman demê de bi xetera girtinê jî re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê, divê ev polîtîkayên qedexeker pêşî werin rakirin. Lêbelê, tiştê herî girîng ku dikare were kirin ew e ku tiştên girîng bi awayekî adil bên belavkirin."
Alper diyar kir ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi beşdariyeke sînordar tê meşandin û avakirina komîsyonê jî ji bo civakîkirina pêvajoyê ne têrker e.
Alper diyar kir ku ger sererastkirinên qanûnî yên der barê pêvajoyê de werin destpêkirin û encamên wan di pratîkê de werin dîtin, hilberîn û pêşketina çandî dê bi xwezayî pêk were.