‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin HATE NÛKIRIN

  • jin
  • 12:14 1 Cotmeh 2025
  • |
AMED - “Meşa em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” a TJA’yê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dest pê kir. Sebahat Tuncel beriya meşê axivî û got: “Heke hûn bixwazin çûka aştiyê bifire, wê demê li birêz Ocalan guhdarî bikin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” meş da destpêkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata, hevşaredar û bi sedan jin li pêşiya avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê hatin gel hev. Jinên ku ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin, bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî", "Azad bike Rêbertî", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" ev dorpêç protesto kirin. 
 
Piştre jî girse bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Rawestgeha Çeşmeyê ya li semta Gazîlerê ve meşiya. Di meşê de jinan pankarta “Li dijî zîhniyeta komploger dema bazdana bi ruhê berxwedanê ye” hate hilgirtin. Jinên gihiştin Rawestgeha Çeşmeyê, li vir li ber dahol û stranan govend gerandin. Jinan li vir daxuyanî dan û gelek caran dirûşmên “Mafe heviyê mafê gela ye” û “Mafê hêviyê nayê taloqkirin” berz kirin. 
 
‘JIN JI BO AZADIYÊLI BER XWE DIDIN’
 
Li ser navê jinan aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncelê daxuyanî da û got ku jin ji bo aştî, azadî û demokrasiyê bi sala ye kedê û bedelan didin. Sebahat Tuncelê got: “Şer, tê wateya mirin, zilm û talankirina erdnîgariyê. Li cihê şer, jiyan tune ye. Ev yek ji bo jinan hêj zehmettir dibe. Jin tenê zarokên xwe winda nakin. Di heman demê de neçar dimînin ku ji qadên xwe yên jiyanê koç bikin, xaka wan wêran dibe. Lewma têkoşîna azadiyê ji bo me ne tercîhek, mecbûriyek e. Em dikarin çand û zimanê xwe di aştiyê de ava bikin. Lê îktîdran ev daxwaza me tune hesibandin. Bi sedan sala ye gelê Kurd aştiyê diqîre. Lê mixabin heta niha tu bersivek nedan vê qêrînê.” 
 
‘HTEA LI OCALAN GUHDARÎ NEKIN AŞTÎ NABE’ 
 
Bi domdarî Sebahat Tuncelê daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ya di Cotmeha 2024’an de bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Salek berê banga ‘bila Ocalan were, siyasetê bike’ hatibû kirin. Ev bangekî girîng bû. Em dixwazin ev înkara sed sal in didome bi dawî bibe. Hatina birêz Ocalan a parlamentoyê tê wê wateyê ku pirsgirêk li parlamentoyê çareser bibe. Birêz Ocalan jî bersiv da vê û di 27’ê Sibatê de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Beşa aştiyê dewletê û civaka demokratîk jî me eleqedar dike. Anku em bixwazin çawa bijîn dê pêşerojeke wisa ava bikin. Lê ji bo vê divê dewlet dev ji siyaseta înkarê berde. PKK’ê bersiveke erênî da bangê. Sedema ku rêxistineke çekên xwe şewitandî nikare tev li siyaseta demokratîk bibe, israra di polîtîkaya dewletê de ye. Du berpirsyartiyên komîsyonê hebûn. Ya yekemîn dê li aliyan guhdarî bikira û ev berpirsyarî pêk anî lê li birêz Ocalan guhdarî nekir. Bêyî guhdarîkirina birêz Ocalan aştî nabe. Devlet Bahçelî digot çi? Digot ‘çûkek tenê bi baskekî nikare bifire.’ Heke hûn bixwazin çûka aştiyê bifire, wê demê divê li birêz Ocalan were guhdarîkirin. Yek ji aktorên sereke ye. Heke birêz Ocalan ne di navenda wê de bûya, niha nîqaşa pêvajoyê nedihat kirin. Li dijî aştiyekê rikeberiyek heye ku ev ne Kurd, dewlet vê dike.” 
 
‘EM AZADIYA XWE DI AZADIYA OCALAN DE DIBÎNIN’ 
 
Sebahat Tuncelê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me Kurdan her tim got ku alîgirên aştiyê ne. Nûman Kurtulmuş gotiye; ‘Rûmeta Tirkan û rûmeta Kurdan dê neyê şikandin.’ Lê di rewşa heyî de ji bo rûmeta Tirkan, rûmeta Kurdan binpê dikin. Ev nayê qebûlkirin. Dayikek me xwest li Meclisê bi Kurdî biaxive lê destûr nedan. Heke hûn aştiyeke birûmet bixwazin, wê demê divê hûn dengê jin û ciwanên Kurd bibihîsin. Weke jinên bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin, em careke din van rastiyan bi bîr dixin û ji bo careke din rastiyan bibîr bixin, deriyê aştiyê negire û ji bo meşa di rêya nû de berpirsyartiyên dewletê bi bîr dixin. Yek ji berpirsyartiyên dewletê ew e ku şert û mercên azad ên aliyan ava bike. Dewlet xebatên xwe di şertên azad de dike lê aliyê Kurd ne wisa ye. Ev bû salek lê hêj jî tecrîda li Îmraliyê didome. Ev tecrîd, aştiyê jî tecrîd dike. Lewma em ber bi Enqereyê ve dimeşin. Li Enqereyê em ê bibêjin ‘Azadiya birêz Ocalan azadiya gelan e.’ Birêz Ocalan di hevdîtinekê de dibêje; ‘Azadiya min di azadiya gel de ye. Ez azadiya xwe ya şexsî nakim rojev.’ Birêz Ocalan, azadiya xwe di azadiya gelê Kurd de dibîne. Em Kurd, em jinên Kurd jî azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dibînin. Ev ne şertek e, pêwîstiyek e. Bêyî azadbûnê aştiyeke watedar nabe. Em dixwazin ev aştî aştiyeke rast be.” 
 
‘EM PIRA AŞTIYÊ AVA DIKIN’
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Sebahat Tuncelê ew naxwazin êdî li ser şer biaxivin û gotina Dayikek Aştiyê ya “Em naxwazin zarokên xwe lê dixwazin çekan binax bikin” bi bîr xist û wiha got: “Em ji bo jiyanê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Banga me ji bo îktîdarê ye; hêj we nehiştiye em ji Amedê derkevin, hêj rêya me dirêj e. Lê divê hûn bizanin ku em bibiryar in. Ev gel 50 sal in di rêya azadiyê de dimeşe û dê hêj bimeşe. Kedeke pir mezin, bedelên pir giran da lê dev jê berneda. Em zarokên vî gelî ne. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dizanin ku ev bi ked û xebatê dibe. Lewma em ji Amedê heta Enqereyê dimeşin. Em ê daxwazên jinan ji vir bigirin û bibin Enqereyê. Em di navbera Qmed û Enqereyê de pira aştiyê ava dikin.” 
 
Herî dawî jî Sebahat Tuncelê ev tişt anî ziman: “Em ê daxwazan bigihînin Enqereyê lê banga me ya ji bo gelên me jî heye. Ev meseleye ne tenê ya Kurdan e. Êdî dawiya polîtîkayên Kurdan weke dijmin dibînin, tune dihesibînin, ziman, çand û nasnameya wan înkar dikin hatiye. Dê Kurdên li Tirkiyeyê jî yên li Rojava, Başûr û Rojhilat jî azad bibin. Em ê wekhev û azad bijîn. Rêya vê jî siyaseta demokratîk e. Pêşiya siyaseta demokratîk vekin, pêşiya aştiyê vekin. Em ji xwe, ji jinan û gelê xwe bawerin.” 
 
Axaftina Sebahat Tuncelê gelek caran bi dirûşman hate qutkirin. Piştî daxuyaniyê, jinan ber bi cihê ku dê wesayît bi rê kevin ve meş li dar xist. 
 
 

Sernavên din

15:45 DEM Partî, MHP û Erdogan hatin gel hev
15:41 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
15:40 Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê: Divê hikûmeta demkî sozên xwe bicih bîne
15:31 Jin bi meşaleyan ji Amedê ber bi Enqereyê ve hatin oxirkirin
15:30 Li Cizîrê welatiyek bi lêdanê hate binçavkirin
14:17 Rêxistinên jinên Êzidî têkildarî ‘Şengalê’ Bexda hişyar kir
14:08 Semra Guzel nehat tehliyekirin
13:54 Ji Hondurasê banga ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re
12:48 Bakirhan: Em di qonaxeke ku gav bên avêtin de ne, ev qonax dê bibe wêneyê jidilbûnê
12:14 ‘Meşa azadiyê’ ya jinan dest pê kir: Ji b aştiyê li Ocalan guhdarî bikin HATE NÛKIRIN
11:00 Careke din ceza dan Amedsporê
10:42 Li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza ‘hikûmetê’: PDK naxwaze kes bibe şirîkê îktîdarê
10:08 Dîmenên qirkirina daran a li Dorşînê derketin holê
09:58 Welatiyên Erziromê: Divê mafên me bên naskirin
09:42 Li Edeneyê dîwar bi graffîtên Abdullah Ocalan hatin neqişandin
09:23 Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' înfaza wî hat şewitandin
09:22 Filoya Sumud: Jo bo mirov tevbigerin ma divê çend zarok bimirin?
09:20 Derhêner Alper: Ji bo çekdanînê divê rêyên siyasetê bên vekirin
09:19 Berteka li dijî bêtehemûliya li dijî Kurdî: Hûn ê çawa meseleya Kurd çareser bikin?
09:18 Bi bîra komîsyonê xistin: Aktorê sereke birêz Ocalan e
09:16 KESK'î dê li 6 bajaran ji bo vegera ser kar a KHK'iyan bimeşin
09:00 ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2025’AN
30/09/2025
16:43 Peyama Abdullah Ocalan a ji bo Şengalê: Ez ê dest ji hesabpirsîna komkujiyê bernedim
15:50 Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
15:49 'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
15:26 TOKÎ jî daxilî talankirina xwezayê ya li Şirnexê bû
14:30 Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
13:44 Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
13:19 Rewşa Beşîkçî baş dibe
13:10 Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
13:09 Tevî plana ‘aştiyê’ jî êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê didomin
11:40 Hedefa meşa ji Amedê ber bi Enqereyê ve zelal e: Azadiya Abdullah Ocalan
11:20 'Ji bo Kurdî divê gavên yasayî bên avêtin’
10:55 Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
10:54 Xebatên madenvaniyê yên li Wanê gefê li ekolojiya li hewza golê dixwin
10:35 Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
10:02 Salih Muslim: Xwestin li NY’ê Şara rewa bikin
09:32 Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
09:12 Piştî êrişên Îsraîlê rewşa Îranê
09:11 Ocalan di salekê de çi peyam dan?
09:07 'Bila pêşniyaza Bahçelî ya axaftina li meclisê pêk bê'
09:06 Esnafa jin a ewil a Gimgimê: Gelek zext li me kirin lê dîsa jî em bi ser ketin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2025’AN
29/09/2025
16:42 Ozel: Divê sererastkirinên yasayî di demekî nêz de bên kirin
16:20 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
16:19 Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
15:57 Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
15:18 Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
15:06 Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
14:49 Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
14:02 Di lêpirsîna 3 rojnamegeran de biryara neşopandinê hat dayin
13:57 Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da
13:53 Ji Koleja TED’ê ya li Amedê fermana ‘Tenê dê bi Tirkî bê axaftin’
13:42 Prof. Enzo Traverso: Meseleya Kurd derbasî qonaxeke dîrokî bû
13:34 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî
13:24 Dosyaya 11 rojnamegeran ji ber ewraqên kêm paşve hate şandin
12:41 Hêj tenê baskekî ‘Çûka aştiyê’ heye
11:33 Ji bo meşa 1’ê Cotmehê bang: Ji bo azadiyê em dengê xwe bilind bikin
11:28 Şandeya MSD’ê li Liveerpolê ye
09:48 Talana li Gabarê ji hewa ve hate kişandin
09:34 Li Pasûrê demsala serrezê dest pê kir
09:26 Nîzamettîn Toguç: Divê komîsyon tavilê li Ocalan guhdarî bike
09:25 Hevdîtinên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê didomin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Waştişê ziwanî polîtîk o’ derket
09:00 ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2025’AN
28/09/2025
16:46 Li Kutahyayê erdhej çêbû
15:45 'Dê pêvajo bi pêşengtiya Ocalan bi ser keve’
14:59 Banga ji bo Roboskê: Zagona Heqîqet û Edaletê derxînin
14:57 'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
13:39 Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
13:21 Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:18 Prof. Mezzedra: Divê ‘mafê hêviyê’ ku Bahçelî behs dikir tavilê bikeve meriyetê
12:12 Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
12:02 Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
11:40 Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
11:16 Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
10:41 Ji Îranê gefa darvekirinê: Rejîm ji hêza jinan ditirse
10:15 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:14 ‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
09:42 Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:34 ‘Em ê civaka demokratîk bi jinan re ava bikin’
09:18 DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
09:00 Jin ji bo meşa ‘azadiyê’ amade ne
09:00 ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2025’AN
27/09/2025
16:50 Jin ji bo Rojîn Kabaîşê daketin qadan
15:43 Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
15:34 Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:06 Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
14:54 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
13:25 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
12:55 Ji Halîde Turkoglûyê banga ji bo meşa TJA'yê: Divê azadiya Ocalan bê misogerkirin
10:10 Ji ber reklama bi kurdî ceza li Amedsporê hat birin
09:41 Di êrişa DAIŞ’ê de 4 QSD'î jiyana xwe ji dest dan
09:09 Kesên ku Ceylan Onkolê qetilkirin 16 sal in nehatine darizandin
09:08 Banga ji bo serlêdana Xelatên Gurbetellî Ersozê
09:08 ŞanoWan, dê bi ‘Xulamê du Xudanan’ derkeve pêşberî şanohezan
09:07 Ji bo meşê bang li jinên Tirkiye û Kurdistanê kir: Em daxwaza jiyana wekhev nû bikin
09:06 ‘Ger aştî çêbibe dê pereyê ji bo şer tê xerckirin li gel vegere'
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2025'AN
08:21 Li Qersê qeza: Kesekî jiyana xwe ji dest da