Dozger xwest ceza li rojnamevan Orûç û Muftuoglûyê bê birîn

  • rojane
  • 18:15 29 Îlon 2022
  • |
img
AGIRÎ - Di danişîna doza rojnamevanê girtî Azîz Orûç û rojnamevan Dîcle Muftuoglû de, dozger doza ceza kir. 
 
Rojnamevanê girtî Azîz Orûç û rojnamevan Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû jî di nav de derbarê 6 kesan de doz hatibû vekirin. Danişîna 9'an a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Agiriyê hat lidarxistin. Kesên di dozê de tên darizandin tevlî danişînê nebûn û parêzerên wan jî mazereta xwe ragihandin. Dozger mutalaaya xwe berpêşî dadgehê kir û xwest li rojnamevan Orûç bi "propagandaya rêxistinê" û li rojnamevan Muftuoglû jî bi sûcê "piştgiriya sûcdar" ceza bê birîn.
 
Piştî mutalaaya dozger, heyeta dadgehê ji bo kesên tên darizandin beyanên xwe yên li hemberî mutalaayê ragihînin danişînê taloqî 23'yê Mijdarê kir.
 
Rojnamevan Azîz Orûç di 11'ê Kanûna 2019'an de li Bazîda Agiriyê hatibû binçavkirin û paşê hatibû girtin û piştî demekê hatibû berdan. Di çaçroveya vê lêpirsînê de derbarê Orûç de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" û li rojnamevan Muftuoglû û Mûhammet Îkram Muftuoglû, Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdûllah Ekelek û 2 kesên din de jî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" doz vekiribû.