AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê civîna bi dirûşma “ber bi bajarên jinan ve” li dar bixe.
	Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê civînekî bi dirûşma “ber bi bajarê jinan ve” li dar bixe. Civîna ku dê Navenda Kongreya ÇandAmedê bê li darxistin, dê mijarên azadiya jinan li bajêr, ewlehî û mafê cî; li kolan, li park, li veguhestina komî, cihên jinan, jiyana şev, ronahî bên gotûbêjkirin. Herwiha dê mijarên keda jinê, aboriya lênihêrînê û qadên jiyana hevpar; barê lênihêrînê, zarokîstan, kooperatîfên jinan, aboriya herêmî, qadên hilberîn-parvekirina hevpar, beşdariya demokratîk, rêveberiya herêmî ya li ser esasê temsil û azadiya jinê, bîr, aştî û bîra bajêr ya jinê, çîrokên jinan, polîtîkayên bîrê bê gotûbêjkirin.
	SERNAVÊN GOTÛBÊJÊ
	Di civînê de sernavên ku dê bên gotûbêjkirin wiha ne: “Bajarê jinê ji bo we çi îfade dike? Wateya azadiya jinê li bajêr çi ye? Li bajêr pirsgirêkên ku jiyana jinan dijwar dikin çi ne? Li kîjan qadên bajêr herî zêde ji bo jiyana jinan pirsgirêk e? Kîjan cihên bajêr bi bîra jinan ve dê ji nû ve watedar be? Ji bo bîranîn, aştî û vererastkirina civakî çi gavên sembolîk dikarin bên avêtin? Kî divê çi berpirsiyariyan bigire ser xwe da ku "bajarek jinan" ê demokratîk û berfireh ava bike.”
								



