ENQERE - Girtiyan, ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li nexweşxaneyê tê tedawîkirin, name şandin. Girtiyan got: "Xeyala me ew e ku dema derdikevin te bibînin."
	Rojnamevan Huseyîn Aykol, di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê. Li vir jî du caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û wî tedawiya wî di beşa çavdêriya awarte de didome. Ji girtiyan ku Aykol her tim bûbû dengê wan, gelek name jê re hatin şandin. 
	Girtiyê bi navê Huseyîn Guçlu yê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Îzmîrê tê ragirtin, di nameya ku di 18’ê Cotmehê de ji bo Aykol şandibû de wiha dibêje: “Nexweşiya te em tevek pir xemgîn kir. Em ji înada ruhê te yê şoreşger bawer in ku tuyê ji vê rewşê derbikevî. Hûn xwediyê dilê têkoşer in. Di vê rewşa xeter de germahiya dilê me hemûyan bi te re ye. Em şîfaya xêrê ji bo te dixwazin û em hêvîdar in ku tuyê bi awayeke silamet vegerî nava me. Di vê qonaxa dîrokî de hewcedariya me bi hevrêyên wek te yên xwedî pênûs û gotinê heye. Derbasî be û em şîfaya xêrê dixwazin”
	‘XEYALA ME TEVAN DÎTINA TE YE’   
	Girtiyê bi navê Mahmût Ulusan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ereglî Konyayê tê ragirtin jî di nameya xwe ya di 19’ê Cotmehê de şandibû de wiha dibêje: “Hêvîdar im ku tu sax bibî û karibî van rêzikan bixwîni. Û ji nû ve wan kartpostalan ji min re bişîni… Em nexweşiya te ji axaftina wekîlan a li ser Meclis T'yê hîn bûn. Em gelek bifikar bûn. Jibîr neke, piştî derketinê, xeyala me tevan dîtina te ye. Em ji ‘efûya giştî’ bêtir dixwazin te nas bikin. Em dizanin bêyî hebûna hevrêyên wek te fedekar dê ev kar birêve neçin. Me nehêle û neçe. Kekê can ji te re şîfaya xêrê dixwazim. Bila morale te bilind be. Em te jidil hembêz dikin û dilê te yê mişt bi hezkirin maç dikin. Bi hêvî û bi me re bimîne.” 
								



