Di dema xebatên binesaziyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de hezaz çêbû û karkerê bi navê Sînan Kubat jiyana xwe ji dest da.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê bernameya xwe ya 1’ê Gulanê aşkere kir û wiha got: “Em ê ji bo xwedî li mafên xwe derkevin û daxwazên xwe biqêrin em ê li qadan bin.”
Ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê ku dê îsal li Wanê bê lidarxistin banga tevlibûnê hate kirin.
Lîstikvan Omer Şahîn ku di bernameya vekirinê ya 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de axivî, da zanîn ku li vê erdnîgariyê qirkirineke çandî heye û wiha got: “Lê li hember vê qirkirinê têkoşîna me, berxwedana me, dengê me, gotina me jî heye.”
Êzidiyên li Wêranşarê dijîn, cara ewil bi awayekî girseyî Cejna Çarşema Sor pîroz kirin.
Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Dîlokê qedexekirina lîstika kurdî ya bi navê “Bêrû” li dijî “azadiya raman û îfadeyê” dît.