QERS - Serokê Konseya Çerkesya ya Yekbûyî akademîsyen Balkar Sekçuk Baglar, bal kişans ser pêvajoya heyî û got: "Li gorî fikra min, ev pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk ê piralî û dûr ji nêzikatiya tekparêz û netewperest firsend e."
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest pê kir, deriyê hêviya jiyeneke bi nasnameya xwe ji gel û baweriyên bi damezirandina komarê re hatibûn înkarkirin, vedike. Gelek aliyan diyar kirin ku demokratîkbûna muhtemel a ku bi vê pêvajoyê re pêş dikeve, dê bike ku bikarin xwe bi rehetî îfade bikin û hewceye pêvajo baş bê nirxandin.
Yek ji van kesan, Serokê Konseya Çerkesya ya Yekbûyî û akademîsyenê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Balkar Selçuk Baglar e. Baglar, destnîşan kir ku avakirina aştiya civakî li Tirkiyeyê ya bi vê pêvajoyê re ji bo wan girîng e û got: "Em piştgiriyê didin hemû aliyên siyasî yên ku di vî warî de înîsiyatîf digirin. Em wek Çerkesên Tirkiyeyê dixwazin ku hemû rengên li Tirkiyeyê, hemû gelên neteweyî xwedî mafên qanûnî û destûrî bin."
Baglar, rave kir ku ew wek Çerkes dixwazin hemû gelên li Tirkiyeyê bibin xwedî mafên qanûnî û destûrî û wiha berdewam kir: "Di heman demê de em girîngiyê didin avakirina têkiliya di navbera gelê Kurd û gelê Çerkes de û şêwirîna li ser pirsgirêkên bingehîn. Nêzîkatî û kevneşopiya dewleta Tirk a di du sedsalên dawî de li hember bûyerên civakî girîng e û li ber çavan e. Tekane rêya çareserkirina pirsgirêkê, avakirina mafên qanûnî û destûrî ye. Ev yek ne tiştek e ku di gotinê de bimîne. Divê ev di asta verastkirina qanûnî û destûrî ya nivîskî de bê misogerkirin."
'DIVÊ DERS JI FIRSENDÊN JI DEST ÇÛNE BÊNE DERXISTIN'
Baglar, anî ziman ku ew bawer dike civakên Tirkiyeyê xwedî tecrûbeya jiyana aştiyane ne û wiha pê de çû: "Em vê dibînin. Divê dewlet jî piştgiriyê bide vê. Li gorî fikra min, ev pêvajo ji bo avakirina welatek demokratîk ê piralî û dûr ji nêzikatiya tekparêz û netewperest firsend e. Bê guman ev di konjoktura navneteweyî de teqabuleke wê heye; lê ev ne mijara me ye. Ya girîng ew e ku gelên li Tirkiyeyê dijîn, Kurd, Çerkes û komên din ên neteweyî mafên qanûnî û destûrî bi dest bixin. Pêwîst e ev ji aliyê dewletê ve bê qebûlkirin û di parlamentoyê de bê erêkirin. Divê bi rêya perwerdehiyê bi hemû girseyan bê qebûlkirin û bi taybetî pêwîst e ku derdora neteweperest, Neo-Kemalîst û Neo-Îtîhadî yên dijberî aştiyê bên rawestandin."
Baglar, diyar kir ku Tirkiyeyeke din tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lewra em nikarin vê firsendê ji dest bidin. Ev pêvajoyeke pir girîng e. Firsendên ji dest çûne hene. Pêwîst e ji wan ders bêne derxistin. Ji bilî vê, ji bo ku ev firsend ji dest neçe, pêwîst e guh bidin tecrûbeyên welatên ku aştiya civakî pêk anîne. Tirkiye ji bo Rojhilata Navîn welatekî pir girîng e, gelê Kurd ji bo paşeroja Rojhilata Navîn gelekî girîng e."
'DIVÊ EM DI NAVBERA GELAN DE TÊKILIYEKE WEKHEV AVA BIKIN'
Baglar, destnîşan kir ku divê têkiliyên wekhev di navbera gelan de bên xurtkirin û wiha berdewam kir: "Di navbera dewlet û tevgerên hebûna Kurd de têkiliyeke tîkane heye. Ev têkiliyeke siyasî û polîtîk e. Lê divê em wek gel di nava têkiliyek wekhev de bin. Ji bo ku em pirsgirêkên xwe yên bingehîn bînin ziman, divê e em rûnin, bipeyivin û bi hevudin bişêwirin. Pêwîst e akademîsyen bala xwe bidin mijarê. Divê rêxistinên civaka sivîl nêzîkatiyên xwe bînin ziman û e tecrûbeyek çêbibe."
Baglar, rexne li nêzîkatiya derdora akademiyê ya Tirkiyeyê ya li hember pêvajoyê jî girt û ev tişt got: "Akademî li Tirkiyeyê hinekî hatibe bêqîmetkirin. Ez bawer im ku karibe însiyatîfê bigire. Wek şexs gelek akademîsyen însiyatîfê digirin; lê ez nafikirim ku akademî, ango zanîngehên li Tirkiyeyê wek avahiyek înîsiyatîfeke cidî girtiye. Di rêxistinên civaka sivîl de jî westandin heye. Lê divê mirov xwedî hêvî be û hinekî jî bi inyad be. Ji ber ku ji bo demokrasî têkoşîn hewce ye."
'DIVÊ EM JI KOMPARTIMANÊN REJÎMA KEMALÎST DERKEVIN'
Baglar, destnîşan kir ku propagandaya reş a mezin li dijî pêvajoyê tê birêvebirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêvajoyeke propagandaya reş a cidî jî tê birêvebirin. Pêwîst e mirov li hemberî vê hişyar be û têkiliya rû bi rû girîng e. Rûniştin, rabûn û hevdu naskirina tevgerên hebûna Çerkes bi tevgerên hebûna Kurd re pir girîng e. Em perwerdehiya bi zimanê dayikê, bidestxistina mafên neteweyî, demokrasî û statûya destûrî cidî dibînin. Li vir a girîng ne zexta navneteweyî ye, lê daxwaza demokratîk a ji nava civakê tê aşkere bê pêşkêşkirin û li dijî hemû avahiyên ku vê firsendê asteng dikin, têkoşîn bê kirin. Li gorî fikra min di vê pêvajoyê de gelê Çerkes û gelê Kurd dê hevdu baştir nas bikin. Herdu jî gelekên orjînal in. Ji mîtolojî heta civaknasî û dîrokê çandeke me ya hevpar a ji berê ve heye. Em ji Selaheddînê Eyûbî, Şerê Rizgariyê, Bedirxaniyan gelê Kurd pir baş nas dikin û pir baş dizanin. Lê di van nod salên dawî de nêzîkatiya rejîma Kemalîst hebû ku gelan di kompartimanekê de bihêle. Pêwîst e em ji van kompartiman derkevin."
MA / Omer Akin
