Doza tacîzê ya li Cizîrê di 20’ê Mijdarê de ye: Em zarokan bi tenê nehêlin

img
ŞIRNEX - Danişîna doza Burak Ercan ku li Cizîrê ji ber tacîza zayendî ya li dijî zarokan tê darizandin dê di 20’ê Mijdarê de bê lidarxistin. Rêveberiya Ji Ewil Zarok û Jin Arzu Sena Topuz, got: “Divê em bi bîra zarokan bixin ku ne bi tenê ne.” 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Cizîr a Şirnexê, li dijî betalkirina cezayê hefsê yê Burkan Ercan ku li navçeyê tacîza zayendî li gelek xwendekaran kiribû û bi vî sûcî dihat darizandin, “Nobeta Edaletê” dabû destpêkirin. Nobeta li Kolana Hunerê hatiye destpêkirin didome. Danişîna faîl Burak Ercan dê di 20’ê Mijdarê de were lidarxistin û nobet jî dê heta roja danişînê bidome. Perwedekar, her roja şemiyê nobetê digirin û dixwazin Burak Ercan were cezakirin. 
 
Endama Lijneya Rêveber a Ji Ewil Zarok û Jin Arzu Sena Topuz, polîtîkaya necezakirinê ya li dijî faîlên tacîza zayendî nirxand û banga tevlibûna danişînê kir. 
 
Arzu Sena Topuzê anî ziman ku îstîsmar û tundiya (fîzîkî, aborî, zayendî) li dijî zarokan bi awayekî sîstematîk zêde dibe û got: “Ev jî nîşan dide ku têkildarî tundiyê tu pratîkên çareseriyê nayên pêşxistin. Em dibînin ku di bûyerên hewaleyî darazê hatine kirin de giliyên zarokan nayên girtin. Zarok pir zehmet fêm dikin ku rastî îstîsmarê hatine. Hewceye em cisaretê bidin wan ku gilî bikin û serî li meqamên edlî bidin. Ev jî hem ji bo zarokan hem jî ji bo malbatên wan pêvajoyeke zehmet e. Dema hêzên ewlekariyê naxwazin bixebitin jî gelek caran zarokan dişînin malê. Di rewşên şopa DNA’yê pir zû winda dibe de jî zarokan dişînin malê. Dema zarok gilî dikin jî rewşa psîkososyal a zarokan berçav nagirin. Di dema lêpirsînê de divê îfadeyên wan li navenda şopandina zarokan û di dema şopandinê de jî hewceye li odeyên edlî pê re hevdîtin bên kirin. Lê wisa nakin. Dema zarok serî li meqamên edlî didin, bi pirsên cuda yên hêzên ewlekariyê rû bi rû dimînin. Gelek travmayan bi zarokan didin jiyîn û neçar dimînin ku bûyerê vebêjin. Sedema hebûna pedagog, odeyên hevdîtina edlî û navendên şopandina zarokan ew e ku zarok bûyerê gelek caran venebêjin û travmaya wan girantir nebe. Heta li cihên ev derfet hene jî zarok nikarin ji van sûc bigirin.” 
 
‘ZAROK NIZANE KA ZAYENDÎTÎ ÇI YE’
 
Bi domdarî Arzu Sena Topuzê anî ziman ku zarok di pêvajoyên edlî de rastî zextên civakî jî tên û wiha pê de çû: “Di şertên asayî de, têkildarî sûcên zayendî yên li dijî jin û zarokan de hinek diyarde hene. Zarok, nizane hûrgiliyên tiştên nejiyayî bide. Zarok nizane ka zayendîtî çi ye. Mixabin her çend zarok hûrgiliyan parve bike jî, bûyer pir tê vekolandin û pirsên ku zarokê/î sûcdar dikin jê tên kirin û zarok di vê pêvajoyê de dîsa travmatîze dibin. Jixwe dema dirêj a darazê, bi serê xwe rewşekî dezavantaj e. Ev jî dibe travmaya duyemîn. Em vê yekê di dosyaya Burak Ercan de dibînin. Hema hema dibê 7 sal lê hêj jî mexdûr îfadeyan didin. Hewceye nêrîna civakê ya li dijî sûcên zayendî were vekolandin. Ji ber ku dadger û dozger ji vê civakê derdikevin. Zarok bi van kesan re rû bi rû dimînin. Em dibînin ku qanûnan jî bicih nayînin. Hem guh nadin îfadeyên mexdûran hem jî helwestên wan pir vedikolin.” 
 
Arzu Sena Topuzê bi lêv kir ku ji destpêkê heta niha dosyaya Burak Ercan dişopînin û got: “Dema dosyaya bersûc Burak Ercan weke îxbar hatî ber destê me, me dest bi lêkolînê kir. Me çîrok ji ewil li ser ewraqan xwend. Û bêyî li mexdûran guhdarî bikin me dît ku îstîsmar heye. Vegotina sûcên zayendî zehmet e ji ber ku şahidan wan nînin. Şahidên wan tune ne lê diyardeyên ku sûc hatiye kirin hene. Di dosyaya Burak Ercan de gelek delîl hene. Di sûcên îstîsmarê de delîla herî xurt, îfade ye. Bi dehan zarok hatine îstîsmarkirin. Em bûn şahid ku faîlek pişta xwe bi necezakirinê germ dike û piştrast e ku tiştek pê nabe. Dosya ji her alî ve xwedî delîl e.” 
 
‘DIVÊ EM ZAROKAN BI TENÊ NEHÊLIN’
 
Di berdewamê de Arzu Sena Topuzê da zanîn ku faîl Burak Ercan li dibistaneke Stenbolê hatiye peywirdarkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Bi awayekî fiîlî li Stenbolê dixebite. Dema li vir dixebitî sûcê wî teqez bû lê ji bo demkî ji peywirê tê girtin. Niha hêj dixebite. Mijara behsa xeberê îstîsmarkirina zêdetirî 30 zarokan e lê ev kes niha dîsa perwerdeyê dide zarokan. Sûcên zayendî yên li dijî jin û zarokan bi necezakirinê tên xelatkirin. Di her asta pergalê de rizîbûnek heye. Ev rizîbûn, bi awayekî kumulatîf didome. Vê bi awayekî rêxistinî dike. Em dikarin li dijî xerabiyeke rêxistinkirî, başiyê birêxistin bikin. Hêj niha jî di nava civakê de kesên xwedî wijdan hene ku van tiştan qebûl nakin. Lewma girîng e ku em bên gel hev. Pergaleke hewl dide tundiyê bike mijareke jirêzê heye. Heke em bên cem hev, dê daxwaza me jî biqîmet be. Girîng e ku em nîşan bidin ne kesên têdikoşin ne jî malbat bi tenê nînin. Dibêjin ‘Zarok bêdeng dibe lê tu bêdeng nemîne’ lê ev rast nîne. Zarok bêdeng nabin. Zarok di her tevgera xwe de nîşan dide. Divê em bînin bîra zarokan ku bi tenê nînin. Hewceye di danişîna 20’ê Mijdarê de em mil bidin milên hev.” 
 
MA / Emrullah Acar