Partiyen kurdan: Tirkiye êrîşî Kurdistana Başûr bike dê winda bike
- polîtîka
- 10:19 22/9/2017
Partiyên kurdan ên li Amedê bertek nîşanî amadekariya êrîşa li dijî Kurdistana Federe dan. Nûnerên partiyan bertekên li dijî referandûmê jî rexne kirin.
Partiyên kurdan ên li Amedê bertek nîşanî amadekariya êrîşa li dijî Kurdistana Federe dan. Nûnerên partiyan bertekên li dijî referandûmê jî rexne kirin.
Piştî Herêma Federal a Kurdistanê biryara referandumê da, Tirkiyeyê got ku "Em ê deriyan bigirin", lê Tirkiye bi hezar û 500 fîrmayên xwe yên li başûrê Kurdistanê re xwedî rêjeya sedî 50 ya bazarê ye. Para herî mezin a îxracatê jî ji bajarên bi nijadperestiyê pesnên xwe didin re diçe.
Îktîdara AKP'ê bi dirêjkirina pêvajoya OHAL’ê bertekên li dijî xwe zêde dike. AKP li derve jî bi polîtîkayên nakok ên Navneteweyî ketiye nava grêka kor. Bi taybetî Tirkiye di NATO de cihê xwe winda kir, muzakereyên endamtiya NY'ê hatin rawestandin û firotina çekan hatin sekinandin. Razemeniyên aboriyê û geşedanên şerê navxweşî yên Sûriye siyaseta Enqereyê xetimand.
Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu got: “Hemû aliyên dixwazin li dijî faşîzmê têkoşînê bikin pêwîste şewqeya xwe deynin pêşiya xwe. Heta em têkoşînek seferberî daneynin pêşiya xwe dê muhalefeta Tirkiyê bi xetereya windakirinê re bijî.”
Rêvebera Buroya Jinê ya PYD'ê Beşîra Derwîş têkildarî tevlîbûna jinan a nava hilbijartinên komunan de axivî û wiha got: "Banga min ji tevahî jinên bakurê Sûriyê re heye ku rola xwe di hilbijartinan de bilîzin û dengê xwe bidin. Dayîna dengê xwe tê wateya ku jin li îradeya xwe xwedî derdikevin."
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku referandûm mafekî rewa ye, lê ji bo pirsgirêkên heyî nabe çareserî. Koçyîgit, anî ziman ku referandûma bi wate bi yekîtiya neteweya kurd pêk tê û watedar dibe.
WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê li Parka Aştiyê ya Musa Anter, mîtînga Wijdan û Edaletê pêk anî. Gel li dijî faşîzmê hêrsa xwe anî ziman. Osman Baydemîr, anî ziman ku dê li şûna gora Dayika Aysel Tugluk Hatûn Tugluk a vala maye faşîzmê defin bikin. Besîme Konca jî anî ziman ku tu hêz nikare vîna gelê kurd bişkîne û cihê jin lê têbikoşin dê AKP têk biçe.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, der barê hewldana Tirkiye ya ku dixwaze mudaxaleya Kurdistana Başûr bike, diyar kir ku eger Tirkiye mudaxaleya leşkerî bike dê winda bike û wiha got: "Tirkile li Sûriye şaşî kir û winda kir. Em naxwazin Tirkiye li Başûr jî winda bike. Ya winda bike mirovên vî welatî ye."
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpil Kemalbay ji bo referandûma Kurdistana Federe diyar kir ku bi polîtîkayên êrîşkar ne rê li ber Rojava û ne jî li ber Kurdistana Federe tê girtin û got: "Ji ber şer gelên Tirkiyeyê berdêlên giran didin. Ger ku êrîş bikin em ê helwestek hevpar nîşan bidin."
Parlamenterê HDP’ê Sirri Sureyya Onder, ku bû şahidê êrîşa li dijî cenazeyê Hatun Tugluk, diyar kir ku di dîroka vî welati de bûyerên Dersim, Çorum, Sêwas, Mereşê hene û wiha got: "Lê tu bi qasî êrîşa li dijî cenaze bi min giran nehat. Şaşbûna me ya li hemberî vê yekê xamtiya me ye."