Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
- rojane
- 09:03 15/2/2024
Dosyeya 9 kesên li Midyadê di binçavkirinê de hatibûn windakirin, bi hinceta “demboriyê” hate girtin. Malbatên ku 29 sal in ji bo aqûbeta xizmên xwe hîn bibin têdikoşin wiha gotin: “Em ê piştî evqas tiştan çawa dest ji vê dozê berdin?”