Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
- rojane
- 17:02 19/2/2024
Li Wan, Riha û Stenbolê bernamzetên şaredariyên yên DEM Partiyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hezaran kes tev li vekirinên buroyan bû û peyama “şandina qeyûman” dan.
Li Wan, Riha û Stenbolê bernamzetên şaredariyên yên DEM Partiyê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Hezaran kes tev li vekirinên buroyan bû û peyama “şandina qeyûman” dan.
DEM Partiyê bal kişand bikaranîna madeyên hişbirê û zêdebûna fihûşê ya li Nisêbînê û diyar kir ku li dijî vê tora ciwan û jin dorpêç kiriye dê têkoşîna xwe bidomînin.
Kesên di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran tên domandin de cih digirin, peyam dan ku berxwedana li girtîgehan û derve tê meşandin dê teqez serbikeve.
Berdana girtiyê nexweşê giran Soydan Akay ê 30 sal in girtî ye û 5 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin, bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin.
Li Amedê duh bi şev ve ji Mesût Ozdemîr ê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin.
Hate diyarkirin ku ji ber barîna berfa zêde ya li bakurrojhilatê Efxanistanê hezaz çêbûye û herî kêm 25 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li navçeya Gemlîkê ya Bursayê bi pileya 3.5 erdhej çêbû.
Yaşar Kirmizi ku di ciwantiya xwe de ketibû hefsê, piştî 32 salan hate berdan û ji hêla hevalên xwe ve hate pêşwazîkirin.
Rojnameger Hêmîn Hesen hevdîtina Barzanî-Fîdan nirxand û diyar kir ku Tirkiye plana operasyoneke berfireh dike û wiha got: “Ji bo vê jî piştgiriyê ji Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze. Meseleya Tirkiyeyê ne PKK ye, dijminatiya li kurdan e.”
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin got; “Teqez ne dawî lê destpêkeke” û ev tişt anî ziman: “Heta ku deriyên Îmraliyê tên vekirin jî em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AKP'ê Mûrat Kûrûm piştî "Di şeva amediyan de" bi kurdî axivî û goveng gerand di çalakiya MHP'ê de îşareta gurêboz kir.
Rojnameger Silêman Ehmed di 25’ê cotmehê de ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin û 118 roj in tu agahî jê nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 85’an de berdewam dike.
Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû diyar kir ku heta ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Yekane tişta civakan ji hev cuda dike ziman e.”
Endamê OHD’ê parêzer Mûstafa Ozoral destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê mînaka bêhiqûqiya herî şênber e û anî ziman ku di çareseriya gelek pirsgirêkan de muxatab rasterast Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.