Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
- rojane
- 12:38 06/3/2024
Lêkolîna MetroPOLL’ê encama anketa xwe ya meha sibatê parve kir. Li gorî anketê dengên AKP'ê kêm dibin, yên DEM Partiyê zêde dibin.
Lêkolîna MetroPOLL’ê encama anketa xwe ya meha sibatê parve kir. Li gorî anketê dengên AKP'ê kêm dibin, yên DEM Partiyê zêde dibin.
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê diyar kir ku îtîrazên wan ên têkildarî 54 hezar hilbijêrên veguhestî nehatine qebûlkirin û dan zanîn ku walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de cih digirin.
Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de welatiyên bi navên Ramazan Ozdemîr û Hamiyet Furan hatin binçavkirin. Hat zanîn ku bavê Furan, Cengîz Furan rastî heqaret û miameleya xerab a polîsan hat.
Girtiyê bi navê Halîl Mûratoglû ku li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê tê ragirtin, da zanîn ku rastî binpêkirinên weke lêgerîna tazî, hejmartina li ser pêyan û cezayên hucreyê yên keyfî tên û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Welatiyên ku kevneşopiya “Adarok” a 300 salî ye li bajarokê Gundikê Melê didomînin, wiha gotin: “Ji bo ku çanda me ji holê ranebe divê em xwedî li nirxên xwe derkevin.”
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê bajarên Dêrsim, Çewlig, Êlih, Qers, Wan, Amed û Erzînganê ji bo şilopeyê û bajarên Stenbol, Kocaelî, Edene, Antalya, Hatay, Mêrsîn, Enqere û Eskîşehîrê jî ji ber barana zêde hişyar kir.
Îro di danê sibehê de li Pirsûsê bi ser gelek malan de hate girtin. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê û namzetên endamtiya meclisa şaredariyê jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin.
Girtiyê nexweş Tahir Batak ku di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de cih digire, nayê tedawîkirin. Dayika Batak, Gullu Batak bertek nîşan da û got: “Zilmê li me û girtiyan dikin. Divê her kes li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne.”
Parêzera swêdî Yasmîn Sazvar a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku "Sembola berxwedaneke polîtîk e" û got: "Hevdîtina bi malbat û parêzeran re li her devera cîhanê mafê her girtiyekî ye."
Li qada Ayazaga ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket.
Rojnameger Silêman Ehmed 134 roj berê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin. Rojnamegerên Silêmaniyeyê bertek nîşanî revandina Ehmed dan û gotin ku girtina wî derqanûnî ye.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd daye destpêkirin di roja 101’emîn de berdewam dike.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz got ku ji bo rêya ber bi çareserkirina meseleya kurd ve 3 gav hene û wiha bi rêz kir; guherandina şert û mercên fizîkî yên Abdullah Ocalan, bidawîkirina polîtîkayên tesfiyekirina tevgera siyasî ya kurd û avakirina binesaziya cemaweriyê.
Hat destnîşankirin ku mafê dermankirinê yê girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin Berzan Guneş tê astengkirin û nayê hiştin ku bi girtiyên din re were cem hev û tê tecrîdkirin.
Parêzera Ahmet Gun ê ku ji aliyê cerdevanan ve hat qetilkirin Ozum Vûrgûnê diyar kir ku ew bi tu awayî nikarin xwe bigihînin dosyeyê û got: "Ev 80 roj in ku em nikarin xwe bigihînin naveroka dosyeyê. Kujer ji aliyê darazê ve tên parastin."