ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
- rojane
- 09:00 09/3/2024
Leşkeran gundê Hespistê dorpêç kirin û deriyên gelek malan şikandin.
Jinên Rêxistina DEM Partiyê ya Çankayayê nameya ku namzeta hevşaredariya bajarê mezin a DEM Partiyê ya Enqereyê Gultan Kişana ji hilbijêrên Enqereyê re şandiye belav kirin. Gultanê di namzeya xwe de got ‘Em ê bajarekî adîlane û wekhev bi hev re ava bikin’.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku serdana Nobeda Edaletê ya Wanê kir, anî ziman ku polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê li Tirkiyeyê belav bûne û got: "Çalakiya ku hûn ji bo vê dikin, pir hêja ye."
Polîsên ku li navçeya Ceyhanê bi “xeletî” bi ser malekê de girtin, bav û kur ên ji wan biryara lêgerînê xwestin û ji wan re gotin “weke mirovan lêgerînê bikin” derb kirin.
Qeyûmên ku li Amedê di 8 salan de texrîbatên mezin çêkirin, neguhêzbarên şaredariyê yek bi yek firotin, şaredarî bi AKP’iyan dagirtin, hemû îhale pêşkeşî alîgiran kirin û xizmeta kurdî ji holê rakirin.
Rejîma Îranê duh êvarê li bajarê Mahabadê 2 girtiyên kurd darve kir.
Balafirên şer ên dewleta tirk li nêzî sînorê Şêladizê ya Dihokê sivîlên ku ji bo komkirina gihayên biharê berê xwe dabûn herêmê, bombebaran kir. Di bombebaranê de 2 sivîl hatin qetilkirin.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Di serdegirtinên malan ên li Enqereyê de 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin.
Îdîanameya der barê xwediya Arî Productionê Bêrîvan Karatorak û kameraman Servet Yîgen de hat amadekirin, bi dosyeya 18 rojnamegeran re hat yekkirin.
TRT Haberê projeyên şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak weke projeyên qeyûm nîşan da. Sadak Bertek nîşan da û got ku heke ne ji wan bûya dê qeyûm cihekî ku avahiyan lê ava bike jî nedîtibûya.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd daye destpêkirin di roja 103’yemîn de berdewam dike.
Rojnameger Silêman Ehmed ku 136 roj berê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin, ev 136 roj in di destê PDK’ê de dîlgirtî ye û agahî jê nayên girtin.
Dayikên ku li Mêrdînê Nobeda Edaletê digirin, çalakiya xwe veguherandine navenda perwerdehiya kurdî.