Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
- rojane
- 17:59 13/3/2024
Li Bajaroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê cismek teqiya. Zarokek jiyana xwe ji dest da û dêya wî jî bi giranî birîndar bû.
Li Bajaroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê cismek teqiya. Zarokek jiyana xwe ji dest da û dêya wî jî bi giranî birîndar bû.
Di Nobetên Edaletê yên daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd tê kirin de peyama heta ku encam were girtin dê têkoşîn bidome hate dayîn.
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji hêla parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, bi daxwaza cezakirina faîlan û berdana kurê xwe yê girtî dîsa li pêşiya Wezareta Dadê Nobeta Edaletê li dar xist.
Platforma Jinan a Dêrsimê ji bo piştgiriya bi rojnameger Duygu Kit û şahida dozê Sevgî Kizil ku di doza îstîsmarê de rastî êrişê hatibûn, daxuyanî dan.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên ku dê di 17’ê adarê de bên kirin banga tevlibûnê kirin.
Şaxa Egîtîm Sen'a Wanê destnîşan kir ku dixwazin dibistanên li navçeya Artemêtanê ji ber mitînga Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan bi awayekî fiîlî werin girtin.
Şaxa ÎHD’a Amedê dê di 16-17’ê adarê de li Amedê “Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê” li dar bixe. Beriya konferansê, ÎHD bi rojnamegeran re civiya.
Şandeya dadgehê daxwazên diyarkirina navnîşanên xizmên wî, liv û tevgera hesabên wî yên bankayê, îstasyonên baz û HTS’ê yên ji bo polîsê tevgera taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ê li Cizîrê Nîhat Kazanhan qetil kir, qebûl nekir.
Şaredariya Silopiyayê ji bo zarokan “Parqa Zarokên Azad” vekir.
Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin, ji ber zexta lêgerînê derneket hevdîtina bi parêzeran.
Siyasetmedar Leyla Zana dê di 21’ê Adarê de tev li Newroza Amedê bibe.
Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Mêrsînê ku dê li Qada Mitîngê ya Tirmilê were lidarxistin, bang kir.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajar biryar da ku danasînên hemû partiyan ên li ser bîllboardan bên rakirin û xwest afîşên serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî bên komkirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di vekirina buroya hilbijartinê ya Farqînê de axivî û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de Farqînê ji talanker û qeyûman rizgar bikin.”
Şaredarê Mêrdînîkê ya AKP’î yê niha û namzetê şaredariyê Îlhan Gultekîn afişên ji bo kampanyaya wî ya hilbijartinê hatine amadekirin bi karkerên şaredariyê dan daliqandin.