Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
- rojane
- 12:05 15/3/2024
Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman got: “Bi giştî em diyaloga bi hemû aliyan re qebûl dikin da ku aştiyeke rastîn li Sûriyeyê çêbe û krîza Sûriyeyê bê çareserkirin.”
Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman got: “Bi giştî em diyaloga bi hemû aliyan re qebûl dikin da ku aştiyeke rastîn li Sûriyeyê çêbe û krîza Sûriyeyê bê çareserkirin.”
Der barê Baroya Amedê de bi hinceta gotina "Qirkirina Ermenen" doz hatibû vekirin û doz bi biryara beraetê biencam bûbû. Dozgeriyê li dijî vê biryarê îtîraz kir.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin û 36 meh in tu agahî jê nayên girtin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Namzetê AKP’ê yê Colemêrgê Îsmet Olmez di demên berê de ji ber “Çeteya Geverê” hate darizandin. Navê Olmez her wiha di bûyerên Şemzînan û Susurlukê de jî derbas dibe.
Berî ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan were Wanê, di kolanên bajar de hema bêje mirov nehiştin. Tevî biryara komkirina afîşan a Lijneya Hilbijartinê ya Bajar, tevahiya afişên partiyên din hatin rakirin û şûna wan afîşên Erdogan hatin daliqandin.
Gel li navçeyên Sancaktepe û Sultanbeylî yên Stenbolê agirê Newrozê pêxist, bi gotina stranan û gerandina govendê bi kêf û şahî cejna Newrozê pîroz kir.
Di danezana hevpar a dewleta tirk û Iraqê de, ji bo serdana Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan a di Nîsanê de ji bo Iraqê wiha hate gotin: “Ji bo serkeftina dîrokî dê hemû hewldanan deynin holê.”
Berdevkê Komîsyona Hilbijêrên Bitevger a Herêma Egeyê Kadîr Baydur wiha bang kir: “Em şaredariyên ku me bi 3 dengan winda kirin bînin bîra xwe. Serî li partiyê bidin."
Di pîrozbahiyên Newrozê de ku wê li welatên Ewropa, Qanada û Awûstralyayê bê lidarxistin, dê bi milyonan kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd biherikin qadan.
Li Stenbolê amadekariyên Newroza ku dê di 17’ê adarê de bên lidarxistin hatin temamkirin. Berdevkê Komîteya Amadekar Samet Ayaz bi gotina “Em hêvî dikin ku Newroz bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê” hemû şêniyên bajêr vexwendin pîrozbahiyan.
Dirûşmeyên ji bo Cejna Newrozê ya ku ji destpêka salên 2000’î ve ji aliyê bi milyonan kesî ve hat pîrozkirin, li ser daxwazên gelê kurd û geşedanên ku mohra xwe li salê dan teşe girt.
Şahidên Newroza Nisêbînê ya sala 1992’yan ku berxwedanê mohra xwe lê dabû ev bang kirin: “Em bi ruhê serhildanê biherikin qada Newrozê.”
Dosyeya lêpirsîna der barê Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboran a Mêrdînê yê wê demê Alî Tapan ya têkildarî kuştina 7 gundiyan de, piştî salan dîsa hatibû vekirin, lê tevî biryara dadgehê ya "lêpirsînek li gorî usûlê nehatiye kirin" careke din hat girtin. Gundê ku cînayet lê hatin kirin jî, bêyî ku were lêkolînkirin di bin ava Bendava Ilisûyê de ma.
Serap Dogan a qala birayê xwe Mazlum Dogan ê Kawayê Hemdemî tê pênasekirin kir û got: “Wan dixwest di girtîgehê de kurdîtiyê tune bikin. Lê Mazlum rê li ber vê girt."
Rojnameger Silêman Ehmed ku 143 roj berê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin û ev bû 143 roj tu agahî jê nayên girtin.