Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
- rojane
- 12:01 24/3/2024
Bi deh hezaran kes tev li Newroza Rihayê bûn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate kirin.
Bi deh hezaran kes tev li Newroza Rihayê bûn û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hate kirin.
Hunermend Kadîr Înanir ji mala xwe ya li Beykozê aloz bû û rakirin nexweşxaneyê.
Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Umut Dogruer ji bo “Newroza Mezin a Agiriyê” banga tevlibûnê kir û wiha got: “Em bi hev re dest bi destpêkeke nû bikin."
Li navçeyên Rêya Armûşê û Tuşbayê yên Wanê DEM Partî bi komên ji sedan kesan pêk tên xebateke zêde dimeşîne. Namzetên hevşaredariyê gotin ku dê li her du navçeyan jî bi ser kevin.
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî bertek nîşanî girtina Hatîce Yildiz a 75 salî da ku li ser sedyeyê biribûn girtîgehê û wiha got: “Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne. Tişta hatiye kirin bi temamî bêhiqûqtî ye.”
Li Fermandariya Qereqola Sînor a Nisêbînê serdar Î.K. jî di nav de gelek leşker ji doza “qaçaxçitî û bertîlê” tên darizandin. Di dozê de ji bo Kati biryara beraetê hate dayîn û berbazek jî di nav de li 4 kesan jî cezayê hefsê hate birîn.
- Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş li Sêrtê bi rojnamegeran re civiya. Beştaş, diyar kir ku dê g 6 hezar û 643 hilbijêrên “qaçax” li Sêrtê dengê xwe bidin û wiha bang li xelkê Sêrtê kir: “Li dijî dengên heram, divê dengên helal biçin ser sindoqê.”
Hevseroka KON-MED a Almanyayê Rûken Akça têkildarî qonaxa duyemîn a kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku ji aliyê KCDK-E û dostên kurdan ve ên li Ewropayê ve tê meşandin, axivî û got: "Dixwazin me bêdeng bikin. Em vê qebûl nakin."
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin ev 152 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd daye destpêkirin di roja 119’an de berdewam dike.
Hilbijêrên bajaroka Bazarcix a navçeya Dîgorê diyar kirin ku wan valîzê Omer Vargunê ku di hilbijartinên berê de namzetê AKP'ê bû û bi biryara YSK'ê mazbata wergirtibû amade kirine û gotin ku ew ê bi DEM Partiyê şaredariyê bi dest bixin.
Mehmet Ocalan ku herî dawî 3 sal berê bi birayê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi telefonê hevdîtin kir, diyar kir ku dewlet bi polîtîkaya tecrîdê dixwaze kurdan tune bike û got: "Pirsgirêka kurd bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe û muxatabê çareseriya pirsgirêkê jî Abdullah Ocalan e."
Dayikên Aştiyê û ÎHD serdana Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê kirin.
Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş ku di serdana dikandaran de axivî, got: "Divê em hemû dengên xwe yên helal li dijî dengên heram bi kar bînin û pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin."