Zarokê li Edeneyê hatiye binçavkirin cezayê nederketina ji Şaxê girt
- rojane
- 15:33 04/4/2024
Zarokê li Edeneyê bi lêdanê hatiye binçavkirin, cezayê nederketina ji navçeya xwe ya Şaxê, hefteyê 5 rojan çûna îmzeyê û qedexeya derketina derveyî welat girt. Parêzer Funda Buyruk destnîşan kir ku ew ê polîsan gilî bikin û wiha got: “Li gorî girtînameyên polîsan ên bi awayeke kêyfî amade kirine, zarok hate cezakirin.”