AMED - Di Şahiya Gastronomî ya ku ji aliyê Şaredariya Erxeniyê ve hate lidarxistin de ji bo zarokan pêşbirka xwarinê hate lidarxistin.
Şaredariya Erxeniyê ya di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan de 2’yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê li dar xist. Şahî di roja 3’yemîn de didome. Li Parkorman a li taxa Yenîşehîrê ji bo zarokan pêşbirka xwarinê hate lidarxistin.
Di pêşbirka zarokan de dîmenên rengîn derketin holê. Piştî pêşbirkê zarok bi bafirokan ve hatin xelatkirin.
Şahî îşev dê bi konserta Xêro Abbas û Xecê ve bi dawî bibe.