Sê binçavkiriyên li Nisêbînê hatin berdan
- rojane
- 13:59 09/7/2024
Vê sibehê li gundê Marînê ya Nisêbînê yek jê zarok 3 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Vê sibehê li gundê Marînê ya Nisêbînê yek jê zarok 3 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Li gundên Hecîcerogo, Merxok, Şem, Qilêçî yên navçeya Tatosa Erziromê piştî barana zêde bendava Hecîcergo teqîya û lehî li gundan rabû. Di encamê de gelek mal xera bûn û hewyan bi avê re çûn.
TJK-E’yê da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan zêdetirî 20 hezar name ji CPT’yê re şandine.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya “mafê protestoyê” de diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşa “bêcezhiştinê û hesabnedayînê” heye.
Şaredariya Xelfetiyê der barê Şeref Albayrak ê ku heyamekê qeyûmtî û heyamek jî şaredariya AKP’ê kir de ji sûcên, “fesada tev li îhaleyê kiriye” û “wezîfeya xwe xerab kiriye” gilî kir.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku dê destûrê nedin qeyûm li şaredariyan bên tayînkirin û wiha got: “Em wan kesên dixwazin bi sînorê hêza xwe bizanin vedixwînin hilbijartinê.”
Baroya Amedê bi daxwaza îdiayên ku gelê Amedê weke “kobay” hatiye bikaranîn bên lêkolînkirin gilî kir.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku zêdetirî 40 meh in agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ciwanê bi navê Îsa Atabay ku duh li Cizîrê ji bo xelaskirina zarokê ketibû Çemê Dîcleyê xwe avêtibû çem, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
Sekreterê Hîzmet Îşê yê Amedê Hasan Can bang li wan provokatorên li ber şaredariyên DEM Partiyê kom dibin û hewl didin êrişî şaredariyan bikin kir û dibêje, “Bibe nebe ji bo me şaredariya bajarê mezin e. Werin lo/lê. Dema qeyûm were heke hûn nexweş bin jî divê hûn rabin werin.”
Di saetên serê sibê de bi ser malan de hate girtin û herî kêm 19 kes hatin binçavkirin.
Bi hinceta ku emojiya serkeftinê li ser wêneyê Ataturk, ala tirkan û Tayyîp Erdogan tê de bar kiriye, derheqê ciwanê bi navê S.K. de doz hate vekirin.
Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket. Kêliyên bombebaranê û derketina şewatê hatin kişandin.
Partî û rêxistinên siyasî yên kurd û suryanî ji rayedarên payebilind ên Yekitiya Ereban, Iraq, Sûriye, KE, DYA, NATO û NY’ê re nameyek vekirî şandin û ev bang hate kirin: “Stratejiya şer û dagirkeriya dewleta Tirk demildest rawestînin.”
Rojnamevan Azad Rojava diyar kir ku serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan dê li Îranê nebe xwedî bandor û got: "Rayedarên hatine hilbijartin bi temamî di bin bandora Xameneyî de ne."