WAN - Jinên Wanê ji bo meşa ku wê ji bo Rojîn Kabaîşê ku wê di çarçoveya kampanyaya "Em ji bo jiyan û jiyandinê xwe birêxistin dikin" de pêk bê belavok belavkirin û her kesî vexwandinê meşê.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan û Komeleya Jinan a Star û gelek saziyên din, komîsyon û rêxistin hatin gel hev û kampanyeyeke sê mehan dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya bi dirûşmeya "Ji bo jiyan û jiyandinê em xwe birêxistin dikin" ku di 15’ê Îlonê de starta wê hat dayîn, wê ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê ku di 27'ê Îlona 2024’an de winda bûbû û bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû, wê di 27’ê îlonê de saet di 18.00’an de ji ber AVM ya Wanê heta Kent Meydaniyê meşek bê lidarxistin. Ji bo meşê belavok hatin belavkirin û banga tevlibûnê li gel hat kirin.
Jinan li taxa Sixkê û Şehîd Firat belavok belavkirin. Welatiyan diyar kir ku divê mirina biguman a Rojîn Kabaîş bê ronîkirin û li taxê afîş hatin belavkirin.