ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
- rojane
- 09:00 25/12/2024
HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir. HSD’ê got ku di pevçûnan de bi dehan endamên koma paramîlîter a SMO’yê hatine kuştin, panzêrek û 2 wesayîtên doçkabarkirî hatine rûxandin.
Li Hesekê ji bo piştevaniya bi HSD’ê re bi hezaran kes meşiyan. Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di meşê de wiha got: “Ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk divê em bi hev re bixebitin.”
Di danişîna doza ku der barê leşkerê ku li navçeya Cizîrê zarokê 18 mehî Mehmet Uytun qetil kir de hat îdiakirin ku bombeya gazê ya ku bû sedema mirina Uytun nehat dîtin. Dadgehê biryar da ku li benda bersiva nîqaşa ku ji fermandariya cendirme re hatiye nivîsandin bisekine.
Nobeda li ser sînorê Nisêbînê ku di pêşengiya TJA, DBP û DEM Partiyê di 13ê Kanûnê de li dijî êrişen li ser Rojavayê dest pê kiribû didome. Di nobedê de peyama, “Bila deriye Îmraliyê bê vekirin” hat dayîn.
Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hat gotin ku divê her kes rêzê ji bo îradeya xwebirêvebirinê ya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.
Dewleta û komên paramîlîter ên girêdayî wê gundên Girê Spî û Til Temirê, depoyên genim û Çarxerêya Sirînê bombebaran kirin.
Partiyên Tifaqa Kurdistanî piştî daxuyaniya hevpar a têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û gotin ku piştî sed salan firsendek ketiye destê gelê Kurd û banga yekitiya neteweyî kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji welatên di Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digirin tenê Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî mafên gelê Kurd e.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di 20’ê Kanûnê de li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Amedê di qawîşan de lêgerîn hate kirin. Di dema lêgerînê de girtî hatin derbkirin û der heqê wan de du lêpirsînên disiplînê yên cuda hatin destpêkirin.
Partî û saziyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî û dewleta tirk hate kirin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêstatû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye. Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê otobûsa rêwiyan wergeriya û di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn.
Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn çêbû. Di teqînê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Welatiyên tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin bûn, wiha gotin: “Me di sala 2014’an de Kobanê li dijî DAIŞ’ê çawa parastibe, dê îro jî bi heman ruhî biparêzin.”