NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Danûstendinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kir ku ji bo nîqaşkirina Peymana 10'ê Adarê amadekariyên vakirina komîteyan dike.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bi şandeya danûstandinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya. Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser rûpela xwe ya X'ê diyar kir ku di civînê de beşdaran teqezî bi domandina danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re û nîqaşên entegrekirina saziyên rêveberî û leşkerî li gorî peymana 10'ê Adarê, daye.
Di 10'ê Adara 2025'an de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de peymanek hat îmzekirin. Li gorî peymanê; mafên pêkhateya kurd di Sûriyeya pêşerojê de tên misogerkirin, saziyên rêveberî û leşkerî bi dewletê re tên entegrekirin, agirbest tê ragihandin, koçber li warên xwe vedigerin, provakasyon tê redkirin û xebatên têkoşîna li dijî terorê tên domandin.
Li gorî wê Neteweyên Yekbûyî (NY) ev peyman wekî derfeteke dîrokî bi nav kir, lê belê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê tu bendên wê pêk neanîn. Her wiha danûstandin asteng kirin û hevdîtinên li Parîsê yên mehên Tîrmeh û Tebaxê red kirin.