ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
- rojane
- 09:02 19/4
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tokatê tên girtin, bi mehan e bi hinceta ku lêgerîna nava dev qebûl nakin sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û berdana gelekan ji wan jî bi hincetên kêfî hat taloqkirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku xeteriya tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder didome.
Girtiyên Doza Kobanê peyam ji Sirri Sureyya Onder re şandin û gotin: "Baweriya me ew e ku hûn ê zûtirîn demê de pêvajoyê bigihînin encamê û di demeke kurt de baş bibin."
Platforma Azadî ji Parastinê re bertek nîşanî girtina Selçûk Kozagaçli da û got: “Hûn dixwazin gefan li her kesên bi tehliyeyê re keyfxweş bûn û hêviya wan geş bûye bixwin lê em li vir in.”
Li navçeya Rêya Armûşê li dijî kargeheke firotina cilan bi çekan êriş hate kirin. Di êrişê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Danişîna doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Miksê hatiye vekirin, hat lidarxistin. Tê payin ku dadgeh di rojên pêş de biryara xwe bide.
HPG’ê ragihand ku tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin û got ku di 4 rojan de 627 bombebaran hatine kirin.
Hêzên rejîma Îranê bi ser 4 gundên Zahedanê ku navenda rêveberiya eyelayetên Sistan û Belucistanê ye de girtin. Di serdegirtinan de ciwanek hate kuştin û herî kêm 18 kes jî hatin binçavkirin.
Bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HSD û YPJ’ê li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate desptêkirin.
Înfazkirina cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî Hamid Hueyînnejad Heyderanlu hate taloqkirin. Rejîma Îranê destûr neda ku Heydaranlu bi malbata xwe re hevdîtinê bike.
Danişîna ewil a doza kujerên Reşît Kîbar bi hinceta ku eywana dadgehê biçûk e, taloqî 30’ê Gulanê hate kirin.
Danişîna ewil a çalakvan û rojnamegerên ji ber çalakiyên Saraçhaneyê tên darizandin hate lidarxistin. Li ser daxwaza parêzeran, dosyayên 8 rojnamegeran ji dosyayê hatin cudakirin.
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam demek berê krîza dil derbas kir Keça Çami, Şîmel Çam diyar kir ku di serdana nexweşxaneyê de bavê wê jê re gotiye; “Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim.”
Malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.