Girtî li benda mezinkirina piştevaniyê ne
- rojane
- 10:01 27/12/2023
Malbatên di Nobeta Edaletê ya li Wanê de diyar kirin ku xizmên wan ên di girtîgehê de li benda mezinkirina piştevaniyê ne.
Malbatên di Nobeta Edaletê ya li Wanê de diyar kirin ku xizmên wan ên di girtîgehê de li benda mezinkirina piştevaniyê ne.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatiye binçavkirin, 64 roj in tu agahî nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin mehek li pey xwe hişt.
Nûnerê Komîsyona Ewropa yê DEM Partiyê Faik Yagizay diyar kir ku di hevdîtina bi rayedarên CPT’yê de, bersiva ‘Hevkariyê’ ya Wezareta Karên Derve ya têkildarî Îmraliyê hatiye rojevê û bersiva “Daxuyaniyek giştî parvekirine. Ev nayê wateya ku CPT têkildarî tecrîdê di nava hevkariyê de ye” girtine.
Cezayê polîs Hamdî Karaca ku Erhan Eser qetil kir hat kêmkirin û bi giştî 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Dadgehê sedema biryara xwe eşkere kir. Dadgehê got: "Derfetê wî hebûye ku zêdetir guleyan bera wesayîtê bide, lê nekiriye."
Berdevkê Înîsiyatîfa 78'an Celalettîn Can diyar kir ku ji ber piştevaniya hatiye nîşandan hatiye berdan û got ku divê xwedî li hemû girtiyan bê derketin.
Cansel Encû di dema Komkujiya Roboskê de 10 salî bû û birayê xwe winda kir. Encû, şeva komkujiyê wiha vedibêje: “Dema min destê xwe da cenazeyê birayê xwe, laşê wî cemidî bû. Wê kêliyê min hîs kir ku dê birayê min êdî venegere. Ji ber komkujiyê, zarokatiya min pir dijwar derbas bû.”
Bi ser qetilkirina Ahmet Gun re 17 roj derbas bûn lê hêj jî kujerên wî nehatine girtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Qilebanê Abdullah Gun diyar kir ku heman gef li wî jî hatine xwarin û wiha got: “Kujerên heval Ehmed kontra ne lewma nayên girtin.”
Tirkiyeyê, li Rojava êrişê mal û kewarên xurekan kirin û di êrişan de kesek birîndar bû.
Çalakiya Nobeda Edeletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê xizmên girtiyan ve hat destpêkirin bê navber didome. Welatî ji bo piştgiriya malbat û çalakiyê diçin serdana Nobeta Edeletê û peyama wê teqez biserkevin didin.
Piştî ku li navçeya Bucayê navê Esat Oktay Yildiran li dibistanekê hate kirin gelek bertek hatin nîşandan. Wezareta Perwerdehiyê ya li ser vê yekê daxuyanî da îdia kir ku navlêkirina dibistanê xetayeke.
Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran didomin de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku rapora taybet a ku saziya lêkolînê ya AKP’ê SETA’yê amadekiriye bingeha “Plana Çokdanînê” ye û anî ziman ku ji ber destkeftiyên hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an gihiştine wê hêzê ku bandorê li siyaseta Tirkiyeyê bikin, desthilatê dest bi planê kir.
Rêxistinên civaka sivîl li Dîlokê bang li îktîdarê kirin ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de qebûl bikin û wiha gotin: “Banga me ji bo Wezareta Dadê, saziyên hiqûq û mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî ew e ku di vê mijarê de bihestiyar tevbigerin.”